ROJEVA 6'Ê TEBAXA 2025'AN

  • 09:00 6 Tebax 2025
  • Rojev
 
*Jin seranserê dîrokê bi sembolan tê venasîn; tê pîrozkirin, sûcdarkirin û çewisandin. Serdestiya bi ol, îdeolojî, polîtîk û çandî hatiye avakirin, ji aliyê tevgerên azadiya jinan tê hejandin. Jin êdî ne ya tê temsîklirin, wek kirdeya ku diguhere dertê holê. DOSYA 
 
*Rojnameger Aysel Işik der barê "Xelatên Rojnamegeriya Jinê ya Gurbetellî Ersoz" de axivî û banga serlêdana rojnamegerên jin kir. BI DÎMEN 
 
*Seroka Baskê Jinan a CHP’ê Guler Koçyîgît, da zanîn ku jin roj bi roj ji aliyê pergala serdest a mêr ve tune dibin û got çareserî rêxistibûna jinan û guhertina pergalê pêkan e. BI DÎMEN 
 
*Hevseroka MATUHAYDER’ê Nurten Karagoz der barê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan zêde bûne de axivî û got: “Li girtîgehê nexweşî tê wateya gavek din nêzî mirinê bûyînê. Divê demildest sererastkirinên qanûnî bên kirin û girtiyên nexweş bên berdan.” DÎMEN HEYE
 
*Derbarê mirina gumanbar a Rojîn Kabaîş de, ATK ya Stenbolê sedema mirinê wekî "xeniqandin" ragihand. Lê belê, xwişka Rojîn Kabaîş, Elîf Kabaîş, diyar kir ku DNA'ya du mêran li ser laşê wê hatiye dîtin û got: "Delîl û guman hene, lê teqez nîne. Ew mirina Rojînê wekî 'xeniqandin' bi nav dikin, lê DNA'ya du mêran li ser laşê wê hatiye dîtin." BI DÎMEN
 
*Li gorî çeteleya meha Tîrmehê 28 jin û sê zarok hatin qetilkirin û 25 jinan jî bi guman jiyana xwe ji dest dane. ÇETELEYA TUNDIYÊ