ROJEVA 1'Ê TEBAXA 2025'AN

  • 09:01 1 Tebax 2025
  • Rojev
 
*Rojnameger-nivîskar Rojbîn Denîz a bi pirtûka ‘Berxwedana Zeriyan’ heqîqeta Şengalê derxist holê diyar kir ku PDK’ê ji fermanê re zemîn amade kiriye. Rojbîn Denîz got sînorên ji jinan re hatin xêz kirin bi destê jinan hatin parçekirin. DÎMEN HEYE 
 
*Fediye Sari ya li gundê Atês a Elbaqê dijî, li baxçeyê xwe ji fêkî bigire heta sebze her tiştê xwe diçîne û got: “Ez bi axê re baş im. Dema dest didim axê xwe baş hîs dikim. Ez li gund baş im aramî heye. Ax hêzê û aramiyê dide min.” DÎMEN HEYE 
 
*Dewlet û şîrketên ku axa me dagir kirine, gelê herêmê ji bo civakên xwe didin xebitandin. Di bin navê pantenda tov de  berhemên xwe didin ferzkirin. Mafên qedîm tên xespkirin û ev binpêkirina mafê kes e. Gelek pirs hene. Em ê bi çand û zimanê xwe kesayeta xwe çawa biparêzin? Belkî jî pirsa herî zehmet ev e. Em dikarin piranî şîrketên xurekê boykot bikin. Lê berxwedana cemawerî dikarin wek tiştekî şênber bifikirin. JINEOLOJÎ
 
*Îsal yekem car Pêşbirka Xelatên Rojnamberiya Jinan a Gurbetellî Ersoz wê pêk bê. Endama MKG’ê Dîren Yûrtsever der barê armanca pêşbirkê û guherîna ku jinan di rojnamegeriyê de kiriye axivî û got: “Merasîm di alî xwedîderketina li mîrateya Gurbetellî Ersoz de gelek girîng e. Em bang li hemû kesî dikin ku xwedî li mîrateya Gurbetellî Ersoz û hevalên wê bê derketin.”DÎMEN HEYE 
 
*Parlamentera DEM Partiyê Ozgul Sakî, der barê komîsyona li meclîsê hatiye avakirin de axivî û got: “Em tevgera jinan şopdarê komîsyonê ne. Di serî de jin hemû aliyên civakê kirdeyên pêvajoyê ne. Divê ewil girtiyên nexweş bên berdan, yên çek berdan tevli siyaseta demokratîk bibin.”DÎMEN HEYE 
 
*Endama komîsyonê û Hevberdevka HD'Kê Meral Danış Beştaş li ser komîsyona ku dê li Parlamentoyê were avakirin, diyar kir ku komîsyon ne tenê platformek ji bo danûstandinan e û got, "Komîsyon di heman demê de platformek ji bo têkoşînê ye jî."DÎMEN HEYE