
ROJEVA 31'Ê TÎRMEHA 2025'AN
- 09:00 30 Tîrmeh 2025
- Rojev
*Jinan behsa zêdebûna hejmara komkujiyan kirin û destnîşan kirin ku dewletê çareseriyek nedîtiye, pêwîstiya bi qanûnên wekhev û parastinê yên ku mafên jinan diparêzin, destnîşan kirin û tekez kirin ku divê ceza ji sûcdaran re werin dayîn. DÎMEN HEYE
*Tevî 11 sal di ser qirkirina Êzidiyan a li Şengalê di 2014’an de, hat jiyîn derbas bû. Lê Almanyayê bi şahidiya jinên Êzidî li seransrê cîhanê yekemîn car ji sûcê qirkirinê biryarên mahkûmiyetê da. Ev doz tenê dîroka edaletê ya berxwedan û hişê jinan bû jî. DOSYA
*Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya, der barê qetilkirinên jinan de axivî û got: “Em dibînin ku hemû sazî dibin gumanbar. Hemû sûcdar in. Hemû hevkarên vê cînayetê ne. Divê ev êdî bê dîtin. Ev mijara zîhniyetê ye. Divê ev zîhniyet biguhere.”DÎMEN HEYE
*Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk li Bazidê ‘Konferansa Girîngiya Yekitiya Neteweya Kurd’ pêk anîn. Hevberdevka Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya DEM Partiyê Cemîle Turhalli axivî û got: “Kirdeya aştiyê jin in. Yên di aştiyê de winda bikin tune ne, aştî bi her kesî dide qezenckirin.”DÎMEN HEYE
*Hevşaredara DEM Partî ya Kopê Aryan Dogan da zanîn ku dema qeyûman de hemû malê aydê şaredariyê hatine firotin û projeyên tedbîrên tasarufê pêşî li projeyên wan digirin û got: “Tevî vê em ê demek nêz de Navenda Jiyana Jinê bikin jiyanê.”DÎMEN HEYE
* Bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya "aştî û civaka demokratîk" re bi tevlibûna gel hevdîtinên gel pêk hatin. Di civînan de baweriya bi partiyê û bangê derket pêş û her wiha ji ber dewletê gav navêtiye jî bêbaweriyek derdikeve holê. DÎMEN HEYE