
ROJEVA 26'Ê TÎRMEHA 2025'AN
- 09:00 26 Tîrmeh 2025
- Rojev
*Phoolan Devî ya bi serhildana xwe dewlet, pergal û zîhniyeta mêr serobino kir 24 sal berê hat qetilkirin. PORTRE
*Keça Bavê Teyar, Leyla Cûma Îbrahîm (Amara Ezda ) ku li girtîgeha jinan a Erzînganê girtiye, der barê aştiyê de axivî. Leyla Cûma Îbrahîm der barê bavê xwe de jî axivî û got: “Bavê min got ‘em li vir li berxwe didin tu jî li wir li berxwe bide’. Çawa ew tevî hemû êşan, keniya hewl da, ez ê jî mîrateya wî bidomînim.”
*Jina ku bi salan ji aliyê mêrê dest jê berdabû tundiya sîsmatîk û destdirêjî dît, ji ber ewlehiyê navê xwe neda û got: “Ji bo derve nebînim sê perde li ser hev daliqandibû. Tiştên min jiyan pir giran bûn. Hîna jî di bin bandora wê de me.” DÎMEN HEYE
*Jinan balkişandin ser girîngiya civîna ku bi rojeva komîsyonê hatiye kirin û got di asta din de divê zemîna hiqûqî bê avakirin û girtiyên nexweş û siyasî demildest bên berdan. Jinan gotin ji pêvajoyê bi hevî ne û wiha gotin: “Maseya ku serokatî lê hebe Kurd zirarê nabînin.” DÎMEN HEYE
*Endama Însiyatîfa Sûriyeyê ya Azadiya Abdullah Ocalan ya bajarê Helebê, Rojiyan Hisên têkildarî banga Aştî û Civaka Demokratîk diyar kir ku ev yek her aliyên welêt eleqedar dike û got:"Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo gel manîfestoya Aştî û Civaka demokratîk diyar kir. Tevî tecrîd, astengî û zextan jî her tim Rêbertî hewl da berhemên nû derxe pêş. Divê em jî xwedî li vê yekê derkevin." DÎMEN HEYE