Li Edeneyê Komxebata 'Îdeolojiya Rizgariya Jinan'
- 16:10 23 Tîrmeh 2025
- Rojane
EDENE - Meclîsa Jinan a DBP'ê li Edeneyê komxebata "Îdeolojiya Rizgariya Jinan" li dar xist.
Komxebatên "Îdeolojiya Rizgariya Jinan" di çarçoveya kampanyaya ku ji aliyê Meclîsa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ve bi dirûşmeya "Ber bi civakeke demokratîk bi jinên azadkirî ve" hatiye destpêkirin de berdewam dikin. Komxebat li avahiya Ofîsa Parêzgeha Edeneyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (Partiya DEM) hatin lidarxistin. Narîn Gezgor, Cîgira Hevseroka Berpirsiyara Rêxistinê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û gelek jinên din beşdarî komxebatê bûn.
'Rizgariya jinan bi rêxistinbûnê ve girêdayî ye'
Narîn Gezgor diyar kir ku felsefeya "Îdeolojiya Rizgariya Jinan" li çaraliyê cîhanê belav bûye û bal kişand ser "Îdeolojiya Rizgariya Jinan" ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşkêşî jinan kiriye û pênc prensîbên wê destnîşan kir. Wê bal kişand ser gotina Abdullah Ocalan a "Civak bêyî azadiya jinan nayê azadkirin" û tekez kir ku rêya azadiya jinan di hişyarkirin û rêxistinkirinê de ye.
Komxebat bi dirûşmeyên "Rizgariya Jinan" bi dawî bû.