Mala Jinan a Reqayê sûcên li dijî jinan şermezar kirin

  • 15:33 23 Tîrmeh 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Mala Jinan a Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Reqayê sûcên li dijî jinên sûriyeyî bi tundî şermezar kirin û diyar kir ku ew pabend e ku parastina jinan û mafên wan bidomîne.
 
Bi amadebûna endamên Mala Jinan a Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya û nûnerên rêxistinên sivîl û leşkerî li kantona Reqayê, Mala Jinan têkildarî zêdebûna sûcên tundî û qetilkirina jinan li tevahî deverên Sûriyeyê, daxuyaniyek da.
 
Endama Komîteya Lihevanînê Nedîma Mihemed li pêş avahiya Kombûna Jinan a Zenûbiya ya li Reqayê daxuyanî xwend.
 
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku tundiya li dijî jinan gefên aşkera li dijî mafên mirovan û êrişa ser rûmetê ye û hat gotin ev binpêkirinên ji hêla zihniyeta baviksalariyê ve tên kirin bi helwdana qelskirina vîna jinan û paşguhkirina rola wê ya civakî ye.
 
Mala Jinan di daxuyaniya xwe de "sûcên dermirovî" yên li dijî jinan, nexasim li dijî jin û zarokên Siwêdayê hatine kirin şermezar kirin û hat destnîşankirin ku ev kiryar di çarçoveyek sîstematîk a tirsandina jinan û rê li pêş ji bo avakirian civakeke demokratîk were girtin de pêk tên.
 
Di berdewama daxuyaniyê de hat gotin ku ev binpêkirin li pêş hewldanên avakirina Sûriyeya nû astengiyên cidî ne û gefan li îstîqrara civakî û derûnî ya jinan dixwin. Mala Jinan bang kir ku pêwîst e di hemû aliyan de li hember van kiryaran were sekinandin.
 
Mala Jinan bang li civata navneteweyî û rêxistinên hiqûqî kir ku berpirsiyariyên xwe yên exlaqî û mirovî yên parastina jinan de rabin û ji bo dawîlêanîna van binpêkirinan xebatek cidî were meşandin û li gorî qanûnên xwecihî û navneteweyî hesab ji sûcdaran were xwestin.
 
Di daxuyaniyê de banga aktîfkirina qanûnên pêşî li tundiya li dijî jinan digirin hat kirin û hat diyarkirin ku piştgirî û parastina mexdûran were dabînkirin û ji bo guhertina zihniyeta baviksalariyê ya ku tundiyê rewa dike xebat were meşandin.
 
Mala Jin di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ji bo misogerkirina hesabpirsîna sûcdaran û pêkanîna edaletê divê tevger û xebateke cidî bê meşandin.
 
Di dawiya daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Mala Jinan a Reqayê pabend e ku hewldanên xwe yên parastina jinan ji tevahî şêweyên tundî û zordestiyê, yekkirina li hember gefên li dijî rûmeta jinan û azadiya wan bidomîne.