
Hevdîtinên gel didomin: Divê hemû partiyên siyasî tevli pêvajoyê bibin
- 20:25 18 Tîrmeh 2025
- Rojane
ERZIROM – Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar ku li navçeya Xinûsê ya Erziromê beşdarî civîna gel bû, diyar kir ku meclis ji bo civakîbûna pêvajoyê di qonaxeke girîng de ye û got ku divê hemû partiyên siyasî daxilî pêvajoyê bibin.
Rêxistina Navçeya Xinûsê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li gundê Kosan ê navçeya Xinûsê ya Erziromê civîna gel li dar xistin. Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar jî beşdarî civînê bû. Jin û ciwanan eleqeyeke mezin nîşanî civînê dan.
Hevserokê DBP'ê yê Erziromê Ramazan Karakaş ku ewilî ew di civînê de axivî, bal kişand ser komkujî û berxwedanên di meha Tîrmehê de çêbûne. Karakaş destnîşan kir ku li seranserê Tirkiyeyê civînên giştî hatine lidarxistin û banga Abdullah Ocalan nirxand û got: "Ev bang ji bo aştî û azadiyê bû. Abdullah Ocalan got, 'Li cihekî ku gel ne azad bib, ez azad nabim.' Û em jî ji vir dubare dikin: Birêz Ocalan rêberê gelê me ye û divê azad be."
‘PKK li dijî înkarê rabû’
Pişt re Hevşaredarê Tatosê Abdurrahman Sever axivî û diyar kir ku ev rojên dîrokî ne û pêşniyaz û ramanên gel bi rêya civînên der barê pêvajoyê de tên girtin. Sever her wiha bal kişand ser polîtîkayên tekparêz û înkarker ên ku di dema damezrandina komarê de derketine holê û got ku ev înkar berdewam dike. Sever bal kişand ser asîmîlasyona li dijî kurdan û got: "Ev tevger ji bo rawestandina asîmîlasyon û înkarê hatiye damezrandin. Li seranserê Tirkiyeyê şerên dijwar diqewimin. Ji ber vê sedemê, dewlet bi tevgera kurd û tevgera azadiyê re rûniştiye. Gelê kurd hebûna xwe ava kiriye. Armanca me ew e ku em ji bo siyaseta demokratîk têbikoşin. Em vê pêvajoyê ji raya giştî re rave dikin û wê civakî dikin. Ger bingeheke siyasî ya demokratîk hebe, em ê derfeta xwe bi dest bixin ku em xwe bi rê ve bibin. Niha dema têkoşîna di siyaseta demokratîk de ye, ne dema şer e."
Daxwazên gelê Kurd
Pişt re Çîgdem Kiliçgun Ûçar axivî. Çîgdem Kiliçgun Ûçar diyar kir ku daxwazên Tevgera Azadiya Kurd ne nû ne û mijara aştiyê ne mijarek nû ye. Çîgdem Kiliçgun Ûçar rewşa siyasî ya Rojhilata Navînê bi bîr xist û got: "Tişta ku em li ser nîqaş dikin ne tenê siyaseta Rojhilata Navînê û cîhanê ye. Em di heman demê de li ser gelek tiştan nîqaş dikin. Ji ber vê yekê, lêgerînek li bersivên siyasî heye. Sedsalek e ku kurd hatine înkarkirin û gelê kurd li dijî vê tekparêziyê û înkarê şer kiriye. Rastiya netew-dewletê ji bo gel xilasî nîne. Bêyî qebûlkirina hebûna kurdan çareserî pêş nakeve."