
ROJEVA 16'Ê TÎRMEHA 2025'AN
- 09:00 16 Tîrmeh 2025
- Rojev
* Hevseroka MEDYA-DER'ê ya Tetwanê Emîne Dîkmen Irgat li ser pêvajoya aştiyê diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rola jinan a li ser pêvajoyê girîng dibîne û got, "Ev nêzîkatî berpirsiyariyekê dixe ser milên min. Divê ez ji bo bicihanîna vê berpirsiyariyê li ser piyan bimînim û têbikoşim."DÎMEN HEYE
*Aktîvîsta TJA'yê Dîdem Nûr Acabey, li ser pêşketinên di pêvajoya avakirina aştî û civaka demokratîk de wiha axivî: "Agirê ku hat pêxistin mîna agirê Newrozê bû. Divê derwêşên têkoşîna 52 salan, ax û çem di rewşekê de bin ku bikaribin siyaseta azad bimeşînin. Divê jin beşdarî avakirina civaka demokratîk a modern bibin û pêşengiyê bikin." BI DÎMEN
*Şoreşa Rojava ku di 19’ê Tîrmeha 2011’an de li Qamîşloyê bi pêşengiya jinan dest pê kir, di sala xwe ya 13’an de jî bi modela jiyana azadîxwaz a jinan û avahiya civaka demokratîk a li dijî pergala serdest a mêran hatiye avakirin, wekî navnîşana berxwedan û hêviyê ye.