
Hevserokên DEM Partiyê çûn serdana Girtîgeha Kandirayê
- 13:19 16 Tîrmeh 2025
- Rojane
STENBOL- Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan ji bo hevdîtinê Fîgen Yuksekdag û Semra Guzel bikin çûn Girtîgeha Kandirayê.
Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM) Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan çûn Girtîgeha Girtî ya Kandirayê ya Kocaeliyê û Hevseroka berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag, ku ji Doza Kobanê girtî ye û Parlamentera berê ya HDP'ê Semra Guzel ziyaret kirin.
Di serdanê de, dê li ser pêvajo û pêşketinên çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd nîqaş bên kirin.