
Jinan ji bo parastina xwezayê pêşî li kepçeyan girt
- 18:32 13 Tîrmeh 2025
- Ekolojî
AMED – Jinan pêşiya kepçeyên xebata madenê ya li bejahiya Mîzak a Licê didome girtin û diyar kirin ku gundê wan berê 7 caran hatiye şewitandin û gotin ew destur nadin vê xebatê.
Li navçeya Licê ya Amedê li gundê Mîzak jinan pêşiya kepçeyên ku xebatên madenê dimeşînin girtin. Jinan ku hewldan pêşî li xebatê bigirin wiha gotin: “Ev der 7 caran hat şewitandin. Ji nûve hat çêkirin. Hûn çi xwza me dixwazin.”
Karkerê kepçe bikardianî got ‘Ez jî ji virim tiştekî ji destê min bê tuneye’. Jinan hewl dan pêşî lê bigirin û gotin: “We dixapînin. Gundê me 7 caran hat şewitandin û çêkirin. Li gundê me nexebitin.”
Bendewariya jinan didome.