Li Şirnexê tundiya mêr

  • 11:23 6 Tîrmeh 2025
  • Rojane
ŞIRNEX –Mêrê bi navê F.D yê li bajaroka Dêrgulê dijî, dayika xwe H.D derb kir.
 
Mêrê bi navê F.D yê li bajaroka Dêrgul a Şirnexê dijî, dayika xwe H.D derb kir. Piştî ku cîranan agahî dan ekîbên tenduristî û polîsan hatin cihê bûyerê.
 
H.D yê di encama derbkirinê de birîndar bû, rakirin nexweşxaneyê. Der barê ku gumanbar hatiye binçavkirin an na de jî tu agahî nehatin bidestxistin.