Encamnameya Platforma Yekîtiya Jinên Kurd hate aşkerakirin

  • 23:01 5 Tîrmeh 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Silêmaniyê komxebata platforma ‘Yekitiya Neteweyî ya Jinên Kurd-Başûrê Kurdistanê’ hate lidarxistin, bi dawî bû. Di dawiyê de encamnameya komxebatê bi îlankirina platforma ‘Yekitiya Neteweyî ya Jinên Kurd-Başûrê Kurdistanê’ hate ragihandin.
 
Li hola pirtûkxaneya Tewar ya Silêmaniyê bi tevlîbûna gekek siyasetmedar, hûnermend, aktivîst û kesên serbixwe komxebata ragihandina platforma ‘Yekîtiya Netewî ya Jinên Kurd-Başûrê Kurdistanê’ hatibû lidarxistin piştî nirxandinan gihiştin hinek biryaran.
 
Biryarên hatine girtin wiha ne:
 
*Piraniya beşdarvanên li ser lidarxistina konferansê yek dengin.
 
*Em di serdemeke rizgarî û neteweperweriyê re derbas dibin. Divê em neteweperwer bin, bêyî ku bîrdozî an partiya me ya siyasî çi be.
*Berdewamiya lidarxistina platform û çalakiyan.
 
*Jin divê li gel yekîtiya neteweyî, li ser yekîtiya xwe bifikirin û bi vê hişmendiyê divê jin divê qonaxê de cih bigirin, divê ne li ser asta kota li ser asta kêrhatî û danehevî di qada siyasî de cih bigire.
 
*Derbarê wan qanûnên dijî jinan kar bikin ku jin di bin sêwanan wan de tê çewisandin. Ji vana Qanûna Kesî.
 
*Divê jin bi yekgirtî di konferansê de cihê xwe bigire ji bo cihê xwe di vê qonaxa dîrokî bibin de bigire. Amadekariyên baştir ji bo Konferansa Jinên Başûr û piştre jî ji bo kongreya sêyemîn a Yekîtiya Jinên Neteweyî. Yekîtiya Jinên Kurd dikare gaveke girîng be ji bo karkirina vê qonaxê.
 
*Divê jin xwe ji qedexeyên îdeolojîk, civakî û hemû ramanên wê diçewisîne rizgar bikin. Divê bala xwe bidin hişmendiya bingehîn û bi awayekî azad bifikirin û têbikoşin.
*Divê platform xwe wekî platformek jinan bide nasîn da ku rê li ber fikaran bigire.
 
*Beşdarbûna jinan di vê yekîtiya neteweyî de dê têkoşînek be li dijî pergala kapîtalîst a cîhanî, ku dagirkeriya vê hêza kolonyale, dagirkeriyek li dijî jinan, di nav de pirsgirêkên jinan di warên aborî, siyasî, civakî û hiqûqî de.
 
*Bihêzkirina jinan û ji bo hişyarkirina jinan û mêran derbarê maf û azadiya jinê ji bo ji hişmendiya sermayedarî ya zayendî û weke amûr dîtina jinê dûr bikevin.
 
*Jinên ku di nava parlementoyê de cih digirin bê ku hişmendiya partî û hîzbî kar ji bo jinan bike.
 
*Divê jin li gorî kêrhatî û bi qasî pêwîst di nava komîteyê de cihê xwe bigirin.
 
*Divê jin zextê li ser aliyan bikin da ku bi hev re gavên bi bandor bavêjin.
 
*Sazkirina enstîtuyekê ji bo nûjenî û bihêzkirina jinan di warên aborî, civakî û siyasî de.
 
*Divê di bernameya Konferansa Başûr de li ser asta her çar beşên welat bal were kişandin ser pirsgirêkên jîngehê, ji ber ku rewşa jîngehê pir bi jinan ve girêdayî ye.
 
*Divê di hemî aliyan de jin bala xwe bidin lêkolînan û babetên li ser rewşa jinan.