Ciwan dê ji bo 'Civaka Demokratîk' bicivin

  • 10:02 5 Tîrmeh 2025
  • Rojane
AMED - Di komxebata ku dê sibê ji aliyê Meclîsên Ciwanan ên DEM Partî û DBP ve li Amed were lidarxistin de, ciwan dê li ser mijarên wekî ekolojî, bîrdoziya jinan û konfederalîzma demokratîk nîqaş bikin.
 
Komxebata, "Bi ciwanên pêşeng ber bi civaka demokratîk ve" dê sibê ango 6'ê Tîrmehê saet 10:00'an de li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amed ji aliyê Meclîsa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Meclîsa Ciwanan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Meclîsa Jinên Ciwan ên DEM Partiyê ve were lidarxistin. Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayla Akat Ata, Cîgirê Hevserokê Partiya DEM Tayîp Temel û ekolojîst Leyla Çite dê beşdarî komxebatê bibin.
 
Komxebat dê bi axaftinên vekirinê, pêşandana sînevîzyonê, armanc û girîngiya komxebatê, çarçoveya giştî ya parastinan, konfederalîzma demokratîk, bingehên sazûmanî û demokratîk, meclîsa gel û demokrasiya herêmî, ekolojî, civak û jin bigire nav xwe.
 
Endama Meclîsa Ciwanan Avesta Ateş armanca komxebatê wiha anî ziman: "Di komxebata ku em ê bi dirûşma 'Em di jiyana sosyalîst de israr dikin, em bi Rêber re xwe birêxistin dikin' li dar bixin, em armanc dikin ku bi nîqaşeke kolektîf zû bigihîjin rastiyê, bibin yek û bikaribin bersiva pirsên di hişê mirovan de bidin. Xwendina parastin û perspektîfên Rêber Apo hem rêxistinkirin û hem jî rêxistin e.
 
Em bi ciwanan re civiyan û li taxan dest bi xebatê kir. Ciwan enerjîk, meraqdar in. Em niha di pêvajoyekê re derbas dibin û yên ku herî zêde meraq dikin li ser vê pêvajoyê ciwan û jinên ciwan in. Em hemû ciwanan vedixwînin atolyeya xwe da ku bersiva pirsên di hişê ciwanan de bidin.
 
Her çend em girîngiyê didin ciwanan jî, em cihê wan bi hêz û dînamîk diparêzin. Em ê li ser girîngiya ku ciwan didin vê komxebatê biaxivin, em ê bi hev re bi ciwanan re bixwînin."
 
Avesta Ateş di dawiya axaftina xwe de banga tevlîbûnê li ciwanan kir.