
Encama lêpirsînê: Aborjîn hatin qirkirin
- 11:41 2 Tîrmeh 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî encamên lêpirsînekê ku li Eyaleta Victoriya ya Awûstralyayê tê meşandin, mêtingerên ji Ewropayê hatin bi rêk û pêk gelê Aborjîn qir kirin.
Di rapora dawî ya komîsyonê de ku pêşkêşî Parlamenta Awûstralyayê hate kirin, polîtîkayên komkujiyên girseyî, destdirêjî, bi zorê standina zarokan ji malbatên wan û asîmîlasyon bûn sedem ku civakên Aborjîn ên li eyaletê "Hema hema bi temamî tine bibin."
Komîsyonê bal kişand ser bandora yekser a van kiryarên ji dema mêtingeriyê û bang li hikumetê kir ku ji bo dayina tazmînata madî û radestkirina xaka bav û kalan gavên çêker biavêje.
Serokwezîrê Eyaleta Victoriayê Jacinta Allan karên komîsyonê pîroz kir û anî ziman ku hikumet wê pêşniyaran li ber çavan bigire. Allan got, "Ev rapor rastiyên bi êş radixin pêş çavan û ji bo gelê Victoria bingeha paşerojeke hîn baş datîne."
Sala 1788'an beriya ku Ewropî xwe bigihînin Awûstralyayê nifûsa Aborjînan bi qasî milyonek bû, îro ji nifûsa 26 milyon mirovî ya Awûstralyayê tenê ji sedî 3.8 e. Gelê xwecihî ji aliyê tenduristî û aramiyê ve li neheqiyeke cidî rast tê.