IPI’yê di rapora xwe de cıh da Zeynep Durgut û Berîvan Kutlu

  • 19:20 27 Hezîran 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN – Tora Cîhanî ya Medyaya Serbixwe (IPI) rojnamevan di rpora xwe ya li ser binpêkirinên ku xebatkarên çapemeniyê li Tirkiyeyê dijîn de cih da rojnamevan Zeynep Durgut ü Bêrivan Kutlu.
 
Tora Cîhanî ya Medyaya Serbixwe (IPI), ku azadiya çapemeniyê diparêze, rapora xwe ya heftane ya li ser binpêkirinên mafên ku xebatkarên çapemeniyê li Tirkiyeyê dijîn weşand. Di rapora xwe de, IPI’yê cih da nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Zeynep Durgutku ji ber di 24’ê Sibatê de bi nûçeyek dosyayê ya bi sernavê "Çeteya Fihûşê" li Şirnexê eşkere kir, rastî gefê hat û Berîvan Kutlu ku ji ber bernameyên televîzyonê yên ku wê di dema erdhejên 6’ê Sibatê de amade kirin, rastî lêpirsînê hat.