
Rojnameger Zeynep Durgut giliyê ‘çeteya fihûşê’ ya gef xwaribû kir
- 16:51 26 Hezîran 2025
- Rojane
ŞIRNEX - Rojnameger Zeynep Durgut ku ji ber teşhîrkirina “Çeteya Fihûşê” malbata Tatar gef lê xwaribû, serlêdana sûc kir. Bi boneya piştevaniya bi Zeynep Durgutê re li pêşiya edliyeyê daxuyanî hate dayin û soza têkoşîna li dijî vê zîhniyetê hate dayin.
Rojnameger Zeynep Durgut bi dosyanûçeyeke xwe ya di 24’ê Sibatê de hatibû weşandin, “Çeteya Fihûşê” ya di sala 2013’yan de ku Kenan Tatar ê weke “serçete” tê darizandin jî di nav de bû, bi raya giştî re parve kir. Malbata Tatar ji ber nûçeyê gef li rojnameger Zeynep Durgut xwar. Piştî gefên hatin xwarin, rojnameger Zeynep Durgut û parêzerê wê çûn Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê û der heqê kesên gef lê xwarin serlêdana sûc kir.
Piştî serlêdana sûc, Tevgera Jinên Azad (TJA), rêxistinên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yên bajar û navçeyan, Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) li pêşiya Edliyeya Cizîrê daxuyanî da.
Aktîvîsta TJA’yê Bêrîvan Kutlu, gefa li Zeynep Durgutê hatiye xwarin şermezar kir û got: “Li Şirnexê, dozeke li dijî polîtîkaya şerê taybet hatiye vekirin heye. Ev îdianameye di çapemeniyê de cih girt û weke rojnamegerekê ev nûçe derxist holê. Di çarçoveya vê dosyayê de du caran li hevala me hate geriyan û gef lê hatin xwarin. Em ê vê gefê tu caran qebûl nekin û li dijî wê têbikoşin. Dixwazin bi ser hemû polîtîkayên qirêjî bigirin lê em ê destûrê nedin. Dixwazin vê zîhniyetê di nava civaka me de belav bikin. Heke tiştek bi serê hevala me were, berpirsyar diyar in. Dê têkoşîna me ya li dijî vê zîhniyetê bidome.”
Rojnameger Zeynep Durgut jî di daxuyaniyê de ev tişt anî ziman: “Polîtîkayên şerê taybet ên li Şirnexê bi sala ye didomin. Bi sala ye rojnamegeriyê dikim. Weke Çapemeniya Azad em ê her tim van sûcan teşhîr bikin. Ev dosya 11 sal in didome û îdianame nû hatiye amadekirin. Weke rojnamegerekê min jî ev dosya girt dest û rastî derxist holê. Çapemeniya Azad tu caran serî netewand. Ne li ber kuştinan ne jî li ber girtinan serî netewand. Kameraya min di destê min de ye û dê karê xwe bidomînim. Em ê nivîsandina heqîqetê bidomînin. Çapemeniya Azad dê bêdeng nemîne.”
Daxuyanî, bi dirûşma “Çapemeniya Azad bêdeng namîne” bi dawî bû.
Ji KESK'ê bertek
Platforma Şaxan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) jî têkildarî bûyerê daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Rojnameger Zeynep Durgut ku tevî mercên zehmet jî xwe digihîne agahiyên rast, ji ber nûçeyên xwe gef lê hatiye xwarin. Li şûna ku xebatên Çapemeniya Azad bên pîrozkirin, gef lê tên xwarin. Em vê qebûl nakin.”