Li Wanê ji bo jinên hatin qetilkirin daxuyanî hat dayîn
- 19:24 25 Hezîran 2025
- Rojane
WAN - Ji bo Gulîzar Yildiz ya 27 salî ya li Şirnexê hat qetilkirin, bi pêşengiya Komeleya Jinan a Star daxuyanî hat dayîn.
Li Wanê Komeleya Jinan a Star bi dirûşmeya ‘Em li dijî cînayetên jinan dengê xwe bilind dikin’ li Kolana Hunerê daxuyanî da. Gelek saziyên civak sivîl û jin tevli daxuyaniyê bûn. Pankarta ‘qetilkirina jinan polîtîke’ hat vekirin.
Metna daxuyaniyê ji Komeleya Jinan a Star Meryema Aslan xwend.
Meryema Aslan da zanîn ku cînayetên jinan yên li herêma Kurdistanê, ligel newekheviya zayenda civakî bi zextên çand û aborî re girantir dibe. Meryema Aslan wiha got: “Jin hem li dijî pergala patrîarkal hem jî li dijî dînamîkên herêmê têkoşîna jiyanê didin. Çapemenî van cînayetan bi awayekî sansasyonale digire dest an jî ji nedîtîve tê. Ev jî tundiyê nomal dike. Bi îlankirina sala malbatê jî ev polîsa xurt kirine.”
‘Divê vegerin peymana Stenbolê’
Meryema Aslan balkişand ser qetilkirina jina bi navê Gulîzar Yildiz ya 27 salî ya li Sîlopiya Şirnexê hat qetilkirin û got: “Ji bo gumanbarê Gulîzarê cezayê herî giran bigire em ê şopdarê dozê bin. Divê cînayetên jinan bidawî bin û gumanbar bên cezakirin. Ji bo vê jî divê vegerin Peymana Stenbolê û qanûna 6284 bi bandor pêk bê. Wê lêgerîna edaletê bidome. Em ê bêdeng nemînin û têbikoşin.
Piştî daxuyaniyê jinan çalakiya runiştinê pêk anîn. Çalakî bi dirûşmeyên ‘jin jiyan azadî’ bidawî bû.
Mersîn
Platforma Jinan a Mersînê ji bo Gulîzar Yildiz ya li Sîlopiya Şirnexê hat qetilkirin li ber Pozcu Kotonê daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de dirûşmeyên ‘qetilkirinên jinan polîtîkin’, ‘Mêr dikuje dewlet diparêze’ hatin berzkirin.
Endama Platformê Çîgdem Goksoy daxuyanî xwend û wiha got: “Li Sîlopiyê jinek bi tundiya mêr hat qetilkirin. Ev ne trajediyek şexsiye. Ev cînayetek sîstematîk û polîtîke. Jin her roj tên qetilkirin. Ewlehiya jinan tuneye. Gulîzar Yildiz encama tundiya mêr de hat qetilkirin. Ev qetilkirin ne tenê hêrseke şexsiye, encama pergala serdest ya mêr e.
Çîgdem Goksoy daxuyakirin ku bêdengiya dewletê jinan berbi mirinê ve dibe û got jin ne tenê li malê li kolanê li kargeriyê, li qadên şer, riyên koçberiyê û kampên penaberan tên qetilkirin. Çîgdem Goksoy da zanîn ku ew li dijî tundiya serdest ya mêr ya li her çar alî cîhanê banga piştevanî û têkoşînê li hemû jinan dikin.
Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘jin jiyan azadî’ bidawî bû.