Kampanyaya Parastinê ya Şerîfe Mihemedî banga piştgiriyê kir

  • 15:40 23 Hezîran 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Kampanyaya Parastinê ya Şerîfe Mihemedî ragihand ku girtiyên siyasî dibin îşkenceya derûnî, fizikî û metirsiyê dene û hate gotin; “Em şahidê şerekî ne ku ne ji bo azadî û ne jî pêngavek ji bo rizgarkirina welatiyan e.”
 
Kampanyaya Parastinê ya Şerîfe Mihemedî derbarê şerê di navbera Îsraîl-Îranê de û bandora wê ya li ser girtiyên siyasî, daxuyaniyek belav kir.
 
Di daxuyaniyê de hate gotin ku di rewşa şerê navbera Îsraîl-Îranê de, zext dewam dikin û girtiyên siyasî, di bin îşkenceya derûnî, fizikî û metirsiyê de ne.
 
Di dewama daxuyaniyê de hate gotin; “Divî şerî de welatî bê parastin mane û em şahidê şerekî kevneperest û wêrankar in. Em şahidê şerekî ne ku ne ji bo azadî û ne jî ji bo rizgarkirina welatiyan e. Di şert û mercekî wiha de, tenê zext dewam dikin û em bang li welatiyan dikin ku bibin dengên girtiyên siyasî.”
 
Hêjayî gotinê ye şerê di navbera Îsraîl-Îranê de di 13'ê mehê de bi êrişa Îsraîlê destpê kiriye û 11 roj in dewam dike. Îsraîlê di êrişa îro de, girtîgeha Evîn a li Tehranê jî bombebaran kiribû.