Li Îranê jinek hat binçavkirin

  • 14:40 15 Hezîran 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tahranê çalakvanek jin a bi navê Muthere Gûneyî ji ber nerazîbûn nîşanî êrîşên Îsraîlê da hate binçavkirin û cezayê girtîgehê li 6 jinên din jî hate birîn.
 
Binpêkirina mafê jinan ji aliyê rejîma Îranê ve didome. Malpera dengê binçavkiriyên Kurd û Îranê, ragihand ku çalakvana siyasî ya bi navê Muthere Gûneyî li Tahranê ji aliyê hêzên ewlekariyê ve bêyî fermana dadwerî hatiye binçavkirin û aqûbeta wê nayê zanîn.
 
Li gorî heman çavkaniyê Muthere Gûyanî ji ber ku nerazîbûn nîşanî êrîşên Îsraîlê yên li ser Îranê daye û berpirsên herêmê wek sedema êrîşan nîşan daye, hatiye binçavkirin. Heman çavkaniyê ragihand ku 6 hemawelatiyên Behayî yên niştecihê Kerecê ne, yên bi navê Mîrza Aqa, Mehîn Seadtimend, Mehşîd Seîdî, Semer Mesudî, Mona Zikayî û Nasir Rece, bi hinceta ‘propagandaya dijî dewletê’,10 meh cezayê girtîgehê û 2 sal qedexeya derketina derve xwarine.