Li Şirnexê li hemberî destdirêjiyê bertekên hevpar

  • 12:13 14 Hezîran 2025
  • Rojane
 
ŞIRNEX - Saziyên civakî yên Şirnexê têkildarî destdirêjiya li hemberî zarokan daxuyaniyeke hevpar dan û xwestin kiryar bên cezakirin. 
 
Di demên dawî di li Şirnexê destdirêjiya li hemberî zarokan zêde bûye û di 10’ê Hezîranê de derket holê ku Yûsûf Acar destdirêjiya 4 zarokan kiriye. 25 saziyên civakî yên li bajar têkildarî mijarê daxuyaniyeke hevpar dan. 
 
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku destdirêjiya li hemberî zarokan li bajêr rê li ber hêrseke mezin vekiriye û hat gotin, "Rêze bûyerên destdirêjiyê yên di demên dawî de li Navenda Şirnexê hatin kirin, me hemûyan di nava fikar û hêrseke mezin de hiştiye. Di van bûyerên kirêt de piraniya qûrbaniyan zarok in, berpirsyariya me ya civakî û hesasiyeta me ya qanûnî zêdetir dike."
  
Di daxuyaniyê de hat xwestin ku lêpirsîn bi baldarî bên meşandin û kiryar bi awayekî herî dijwar bên cezakirin û hat gotin: "Ji bo lêpirsîn bê kûrkirin, ji bo kiryarên vekirî û veşartî bên tespîtkirin û li pêşberî edaletê encamên herî giran rû bidin, em ê pêvajoyê bişopînin. Em ê nehêlin ku ti zarokekî li vî bajarî di nava bêdengiyeke tarî de bê hiştin. Parastina zarokan ne tenê ya malbatan, berpirsyariya hevpar a dewlet, civak û her ferdekî ye. Ronahiya edaletê wê tarîtiyê nenixumîne; ev sûcên kirêt wê bi ti awayî neyên veşartin."
 
Navên saziyên sivîl û pîşeyî yên daxuyanî dan wiha ne: "Baroya Şirnexê, Odeya Bazirganî û Sanayiyê ya Şirnexê, Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Şirnexê, Sendîkaya Esnaf û Pîşekaran, Odeya Esnafan a Şirnexê, Odeya Tabîban a Şirnexê, Odeya Diranan a Şirnexê, Odeya Doktorên Diranan a Şirnexê, Kooperatîfa Kargehên Şirnexê, Kooperatîfa Sîteyên Pîşesaziyê ya Şirnexê,  Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî ya Şirnexê, Komeleya Muayeneya Komirê ya Şirnexê, Komeleya Astengdaran a Şirnexê, Kooperatîfa Kefaletan a Şirnexê, Odeya Dermanfiroşan a Şirnexê, Odeya Muhasebekarên Serbixwe û Şêwirmendên Malî, Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê ya Şirnexê, Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Hemû Şaredarî û Rêveberiyên Herêmî, Komeleya Ziman û Çandê ya Bîrca Belek, Odeya Mîmaran a Şirnexê, Odeya Endezyarên Sivîl a Şirnexê,  Odeya Endezyarên Elektrîkê ya Şirnexê, 23’emîn Sîteya Pîşesaziya Biçûk a Cizîrê, Platforma Bajêr a Silopiyê, Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê ya Şirnexê."