
Li Şemrexê agir bi daristanê ket
- 12:06 13 Hezîran 2025
- Ekolojî
MÊRDÎN - Şewata ku li daristanên çolterê navçeya Şemrexê derketî, ji ber bayî li qadeke berfireh belav bû.
Li daristana di navbera gundên Şebê û Melebîkê yên navçeya Şemrex a Mêrdînê de şewat derket. Gundiyan bi derfetên xwe mudaxile kirin. Piştî agahdarkirinê, komên agirkujiyê li herêmê hatin sewqkirin. Ji ber bayê zêde, şewat ber bi çolterê gundê Deşanê ve belav bû.
Ji hêla bejahî ve midaxileyê şewatê tê kirin.