Li Şirnexê destdirêjiya li hember zarokan hat protestokirin

  • 21:19 14 Hezîran 2025
  • Rojane
 
ŞIRNEX – Li Şirnexê destdirêjiya li hember zarokan hat protestokirin û di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Divê em van sûcan teşîr bikin. Divê ev sûc di tarîtiyê de nemînin. Em bi avakirina civaka demokratîk dikarin zarokên xwe biparêzin.”
Di demên dawî di li Şirnexê destdirêjiya li hemberî zarokan zêde bûye û di 10’ê Hezîranê de derket holê ku Yûsûf Acar destdirêjiya 4 zarokan kiriye. Bi tevlibûna Saziyên Civaka Sivîl (STK), DEM partî, DBP, parlamenterên DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan, Zekî Îrmez, meş pêk hat. Girse li Qada Cumhuriyetê hatin gel hev.
Piştî meşê daxuyanî hat dayîn. Li ser navê girseyê ji Komîsyona Mafê Jin û Zarokan a Baroya Şinrxê Emîne Ozdemîr axivî. Emîne Ozdemîr da zanîn ku êrîşa zayendî ya li Şirnexê zêde bûye encam a polîtîka şer e. Emîne Ozdemîr daxuyakirin ku ev ne bûyera yekemîne û got divê li dijî vê têkoşîn bê dayîn. Emîne Ozdemîr daxuyakirin ku zêdebûna bûyerên destdirêjiyê encama feshkirina Peymana Stenbolê ye û banga têkoşînê kir û got: “ Em bang li hemû saziyên dewletê dikin. Dest ji parastina hêzên ewlehiyê berdin. Em ê têkoşîn axwe bidomînin.
Parlamenter Newroz Uysal jî wiha got: “Divê em van sûcan teşîr bikin. Divê ev sûc di tarîtiyê de nemînin. Em bi avakirina civaka demokratîk dikarin zarokên xwe biparêzin.”
Daxuyanî bi dirûşmeyan bidawî bû.