
ROJEVA 11'Ê HEZÎRANA 2025'AN
- 09:00 11 Hezîran 2025
- Rojev
*Malbatên cangoriyan û girtiyan bal kişandin ser wê yekê ku dewletê hîn jî di bersiva banga "Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27ê Sibatê de kiriye de tu gavên berbiçav neavêtine û xwestin ku gavên pêwîst werin avêtin. Her wiha got:"Em di civakeke azad de aştiyê dixwazin." DÎMEN HEYE
* Parêzera Komeleya Pêşî Jin û Zarok Seyhan Karasu bal kişand ser polîtîkayên hikûmetê ya derbarê jinan û diyarkirina "Sala Malbatê" û got: "Çi dikin bila bikin em dibêjin na û em ê bi rêxistinî li ber xwe bidin." BI DÎMEN
* Parêzer Nevraz Sigin diyar kir ku Pakêta Darazê ya 10'emîn ku hat pejirandin ji bo jinan bi rîsk e û got:"Ji bo pêşîgirtina li şîdeta li ser jinan, pêdivî bi sepandina qanûnên heyî heye, ne guhertina qanûnê." DÎMEN HEYE
*Parêzer Jiyan Ozkaplan, yek ji rêveberên Baroya Wanê ye û li ser lêgerîna madenê ya li Giyadînê nirxandin kir. Jiyan Ozkaplan got, "Ew bi lêgerîna madenê xwezayê wêran dikin û êrîşên li ser xwezaya Kurdistanê yek ji polîtîkayên şerê taybet e."DÎMEN HEYE