
ÎHD’a Colemêrgê banga berdana girtiyên nexweş kir
- 16:11 12 Hezîran 2025
- Rojane
COLEMÊRG - Hevseroka Şaxa ÎHD’a Colemêrgê Sîbel Çapraz, di serî de Felem Aker ku piştî emeliyatê şandin girtîgehê, ji bo berdana hemû girtiyên nexweş bang kir.
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Colemêrgê bi daxwaza berdana girtiya nexweş Felem Aker daxuyanî da. Daxuyanî, li Kolana Hunerê ya Colemêrgê hate dayin û DEM Partî, Şaxa OHD’ê û endamên Baroya Colemêrgê jî piştgirî dan. Di daxuyaniyê de pankartên “Ji girtiyên nexweş re azadî” û “Tedawî maf e nayê astengkirin” hatin hilgirtin. Hevseroka Şaxa ÎHD’a Colemêrgê Sîbel Çapraz di daxuyaniyê de got ku di pêvajoya ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd de yek ji mijarên sereke jî rewşa girtiyên nexweş e.
Sîbel Çaprazê, anî ziman ku 10’emîn Paketa Darazê bendewariyên civakê pêk neaniye û got: “Hezar û 412 girtiyên nexweş hene ku ji van 335 jê nikarin bi tena serê xwe bijîn. Ji 335 girtiyên rewşa wan giran 105 jê her tim pêdivî bi alîkariyê hene. Li gel vê, 188 girtiyên nexweş jî divê her tim di bin kontrolê de bin. Li şûna ku hemû girtiyên nexweş li nexweşxaneyên baş bên tedawîkirin, mixabin terkî destê ATK’ê hatine kirin. Biryarên ATK’ê jî nayên qebûlkirin.”
Sîbel Çapraz, da zanîn ku Felem Aker ji sala 2022’yan heta niha li Girtîgeha Tîpa T a Wanê tê ragirtin, di Kanûna 2024’an de li Nexweşxaneya Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê ji kîsika zirav emeliyat bûye û piştî 12 rojên li nexweşxaneyê jî dîsa şandine girtîgehê. Sîbel Çaprazê, anî ziman ku Felem Aker hêj baş nebûyî dîsa birine girtîgehê û got: “Di demên cuda de du caran krîza bêhnkurtê derbas kir. Piştî fîlmên radyolojî û patolojiyê bijîşk jê re got ku ev nodul xetere ne û divê were tedawîkirin. Ji ber ku nedikariya bêhnê bistîne, Felem Aker di 4 û 6’ê Hezîranê de dîsa rakirin nexweşxaneyê û di mudaxileya ewil de hate dîtin ku saturasyona oksîjenê bûye 45. Ji ber ku rêjeya oksîjenê kêm e, xetereyeke cidî heye ku ev rewş bandorê li dil, mejî û organên wê yên jiyanî bike. Kalsiyuma îyonîze ya Felem Akerê jî di heman rojê de ketiye. Di her du rewşan de jî divê mudaxileyeke lezgîn were kirin. Lêbelê xebatkarên tenduristiyê ev rewşa giran weke ‘psîkolojîk e’ nirxandine û demekî kin piştre Felem Aker dîsa şandin girtîgehê.”
Di berdewamê de Sîbel Çaprazê got ku Felem Aker bi alîkariya hevalên xwe jiyana xwe didomîne û got: “ATK’ê ji bo wê rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ da bû. ATK bêyî ku nexweşiyên îxtîmala wan hene lê peyda bibin, bi awayekî yekalî nêz dibe û xetereyê li ser jiyana girtiyên nexweş çêdike. Em careke din bang li rêveberên dewletê dikin ku ne di ferqa cidiyeta rewşa girtiyên nexweş de ne; bila girtîgeh nebin malên mirinê, astengiyên li pêşiya mafê tedawiyê yê girtiyên nexweş rakirin û girtiyên nexweş berdin.”
Hevjînê Felem Akerê, Eşref Aker jî got: “Hevjîna min 3 sal in li girtîgehê bi nexweşiyan re mijûl e. Em banga hestiyariyê li raya giştî dikin. Hevjîna min nayê tedawîkirin. Felem li hundir nikare bêhnê bistîne. Em jî li derve nikarin bistînin. Tavilê berdin.”
Wekîlê DEM Partiyê yê Colemêrgê Onur Duşunmez jî got ku astengkirina tedawiyê xespkirina mafê mirovan e, xwest hemû girtiyên nexweş bên berdan û bang li ATK’ê kir ku dev ji biryarên xwe yên yekalî berde.