
'Talankirina xwezaya Kurdistanê yek ji polîtîkayên şerê taybet e'
- 09:05 11 Hezîran 2025
- Ekolojî
Memîhan Zeydan
WAN - Parêzer Jiyan Ozkaplan, yek ji rêveberên Baroya Wanê ye û li ser lêgerîna madenê ya li Giyadînê nirxandin kir. Jiyan Ozkaplan got, "Ew bi lêgerîna madenê xwezayê wêran dikin û êrîşên li ser xwezaya Kurdistanê yek ji polîtîkayên şerê taybet e."
Dewlet ne tenê li dijî gelê Kurdistanê, di heman demê de li dijî xwezaya Kurdistanê jî polîtîkayên xwe yên şerê taybet dimeşîne. Bi lêgerîna madenê ya ji hêla Koza Holding ve hatiye destpêkirin re xelkên Giyadînê neçarî koçberiyê hatine kirin û bi her xebata ku tê kirin re nîşaneya xeteriyeke nû tê dîtin. Dewleta ku erd, xweza û çavkaniyên Kurdistanê pêşkêşî şîrketên mezin dike, li gel neçarkirina xelkê ya koçberiyê, çavên xwe ji jehrîkirina av, ax û hewaya Kurdistanê re jî digire. Dewlet bi neçarkirina koçberiyê ya xelkê Kurdistanê re, xwezayê jî radestî bermayiyên kîmyewî dike.
Parêzer Jiyan Ozkaplan ku yek ji rêveberên Baroya Wanê ye, li ser lêgerîna madenê ya li Giyadînê nirxandin kir.
Jiyan Ozkaplan diyar kir ku piştî lêgerînên madenê yA Erzincan İliç Bakırtepeyê yên li hewza ava Firatê, dor hatiye navçeya Giyadîn ya Agiriyê û got, "Xebata lêgerîna madenê li gundê Mollakara yê Giyadînê dest pê kir. Li wir sê deverên mezin ên çetê hene. Li ser yek ji girên wan navendan xebatên lêgerîna madenê dest pê kirine. Di sala 2004'an de, şîrketek Amerîkî li wir xebatên lêgerîna madenê pêk anî. Paşê, Koza Holding ev xebat girt ser xwe û di sala 2008'an de xebatên lêgerîna madenê temam kir. Piştî ku xebatên lêgerîna madenê qediyan, di sala 2013'an de raporek çetê hate amadekirin. Rapora çetê a amadekirî bi tevahî li dijî prosedur û qanûnê hatiye amadekirin. Di Tîrmeha 2022'yan de, ji bo agahdarkirina raya giştî li ser madenan, civînek sexte bi beşdariya 50 kesan li mala mamosteyan a Diyadînê hate lidarxistin. Di civînê de ne pispor berpirsên şîrketê, amade bûn. Di civînê de, bahsa ku çi maden hatiye derxistin û texrîbata xwezayê qet nehat destgirtin. Civîna gel a ku ji bo amadekirina rapora çetê divê bihata lidarxistin bi wayekî dijqanûnî hat kirin."
'Çavkaniya avê ya Kurdistanê di navbera madenan de asê maye'
Jiyan Ozkaplan bal kişand ser wê rastiyê ku herêma Çetê li ser sê girên derdora hewza Muradê ye ku çem lê ne, û got, "Di bin van giran de bi tonan zêr heye. Girê herî mezin niha bi avakirina tesîsên ji bo xebatên madenê tê xebitandin. Dema ku em çûn wir, gelek karker hebûn û dixebitîn. Xebat dê li ser du girên din jî dest pê bikin. Di navbera wan sê girên de, hewza Muradê û hewza Firatê ku hewzek çavkaniya avê yên mirov dikare bibêje yên Kurdistanê ne hene. Bi rastî, beşek ji avê ji heman çavkaniyê tê Wanê. Xebatên lêgerîna zêr li girên derdora hewza avê ya Kurdistanê dest pê kirine û xuya ye ku berdewam dikin."
'Xwezayeke ku hatiye qirkirin dê bimîne'
Jiyan Ozkaplan li ser awayê bidestxistina zêr tekez kir ku sîyanûr hatiye bikaranîn û got, "Sîyanûra ku ji bo derxistina zêr tê bikaranîn dû re tevli axê dibe, bi vî awayî bi hezaran metreçargoşe ax bêkêr dibe. Bi rastî jî ew deverek bi çêrgeh û axa paqij e. Ew yek ji deverên herî berhemdar ên Kurdistanê ye ji bo çandinî û xwedîkirina ajalan. Xebatên madenê dê axa li wir bi tevahî bêkêr bikin. Tenê tiştê ku ew ê li dû xwe bihêlin jî qirkirina ekokujîk û bermayiyên kîmyewî ne. Deverek bi tevahî bi kevirên reş hatiye nixumandin ku jê re Paso tê gotin. Bi kurtasî, komkujiya xwezayê dê bimîne li du vê karasetê."
'Dixwazin axa Kurdistanê bê mirov bihêlin'
Jiyan Ozkaplan ku destnîşan kir axa Kurdistanê bi kîmyasalê ji bo sûdê ji madenê bigirin têne wêrankirin, diyar kir ku ne tenê li Giyadînê lê di heman demê de li gelek deverên Kurdistanê jî ev talan berdewam dike û got, "Dema ku rewş wiha be, mirov êdî nikarin li wan deveran bimînin, neçar dibin ku koç bikin. Ev jî hewldanên ji bo bêmirovkirina axa Kurdistanê ne. Bê guman, aliyek din a girîng a van xebatan berjewendiyên aborî ne. Veberhênanên pir mezin hene, li wir behsa bi sed hezaran ton zêr tê kirin û ji bo xatirê van zêran, ew bi kiyasalê vê erdnîgariyê wêran dikin. Ev ê bibe sedema qirêjiya av û hewayê. Bê guman, ew ê bandorê li tenduristiya mirovan jî bike. Gelek nexweşiyên xeternak ên wekî bêzarbûn û penceşêrê dê bi mirovan re derkevin holê û ewê bandoreke mezin li ser xwedîkirina ajalan jî bike, ku li wan deveran çavkaniyek dahatê ye. Ji ber ku li her derê, ji ava ku ajal vedixwin bigire heta deverên ku ew lê diçêrin, bi kîmyasalê tên wêrankirin."
'Maden dibin sedema hilweşînê'
Jiyan Ozkaplan, bi bîr xist ku Çiyayê Tendurekê berî bi salan teqiyaye û çiyayên volkanîk ên ku li nêzî herêmê teqiyane hene û got, "Xeta şikestinê jî heye, em qala herêmeke erdhejê dikin. Teqîn û karesatên xwezayî yên ku dê çêbibin dê bi van xebatan re bileztir bibin û bibin sedema wêraniyên mezin. Mînakek Erzincan İliç li pêşiya me ye, tam wekî Giyadînê. Wekî din, bandorên gengaz ên Giyadînê dibe ku pir mezintir bin. Ji ber ku sê deverên cuda yên çetê hene. Karkeran di dema xebatên lêgerîna madenê de li İliçê jiyana xwe ji dest dan. Niha gava hûn diçin û li İliçê dinêrin, hûn girekî bermayiyên kîmyewî dibînin. Hûn tiştekî din nabînin. Li wir êdî cîhek jiyanê tune ye û qirêjiya hewa û avê jî bi wê re berdewam dike."
'Ji bo îptalkirina ruhsetê doz hat vekirin'
Jiyan Ozkaplan diyar kir ku pêvajoya hiqûqî dest pê kiriye û ev tişt got: “Me ji bo betalkirina ruhsetê (destûrnameyê) doz vekir. Me ev doz li ser navê welatiyên ku li Giyadînê, Baroya Agiriyê û Şaxa Agiriyê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) xwedî milk û tapûyên milkê ne vekir. Me di doza xwe de daxwaza rawestandina pêkanînê kir. Me bi pêşkêşkirina raporên pisporan ên li ser zirarên gengaz ên ku çêbûne an jî dibe ku çêbibin doz vekir."
‘Êrîşên li ser xwezaya Kurdistanê yek ji polîtîkaya şerê taybet e’
Jiyan Ozkaplan di dawiyê de got, “Hemû xebatên lêgerîna madenan, projeyên santralên hîdroelektrîkê (HES) ên ku li Zîlanê têne kirin ku qet ne hewce ne, armanceke din a wan heye, ji bilî sedemên aborî dixwazin ku herêma Kurdistanê bê mirov bihêlin û xelkên li wir neçarî koçberiyê bikin. Ev jî polîtîkayeke şerê taybet e. Ew dever bêkêr û bê niştecî dibin. Wêrankirina xwezaya Kurdistanê heta vê astê û êrîşa li ser çavkaniyên wê yên bin erdê di bingeh de yek ji polîtîkayên şerê taybet e.”