Veguherîna teorîk û têgînî ya Tevgera Jinên Kurd (5)

  • 09:07 6 Hezîran 2025
  • Dosya
 
 
Jineolojî: Zanista jinê
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Pirsên ewil çima têgînek bi vî rengî hewce dike, pêdiviya Jineolojiyê çi ye, dê çawa bi sazî bibe, dê li kîjan rê û rêbazan bimeşe. Ji sala 2008’an heta îro di rojeva Tevgera Jinên Kurd de cih girt. 
 
Jineolojî, cara yekem di sala 2008'an de di pirtûka Sosyolojiya Azadiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derbas dibe. Zanista Jineolojiyê ya ku jinê weke yekemîn netewe, çîn û zayenda bindest pênase dike û li ser pêşniyara Abdullah Ocalan ket rojeva jinan. Ev zanista ku bala gelek beşên civakê kişand, ne tenê pirsgirêkên jinên Kurd, pirsgirêkên hemû neteweyan jî raxist ber çavan.
 
Bi nîqaşan re gelek xebat derbarê Jineojiyê de hatin kirin, Pirtûk hatin amadekirin, kovar hatin çapkirin, akademî hatin vekirin û di her beşên civakê de êdî nîqaşên Jineolojiyê hebû. Em ê jî di vê beşa dosyaya xwe de bal bikişînin ser Jineolojiyê.
 
Şîrovekirina têgehê 
 
Jineolojî têgeheke ji peyva kurdî jin û peyva latînî zanist (lojî) hatiye afirandin. Jinên ku têkoşîna azadiya Kurdistanê dimeşînin di nav 52 salan de pêşketinên girîng bi dest xistin. Têkoşîna xwe li ser perspektîfek îdeolojîk ava kirin. 
 
Çima Jineolojî
 
Partiya Azadiya Jinên Kurdistan (PAJK) di çarçoveya Jineolojiya ku ji aliyê Abdullah Ocalan ve di parastina Sosyolojiya Azadiyê de pêşniyar kiribû, ji bo ku rastiya jinê diyar bibe dest bi xebatan kir. Ev xebat hişt ku di sala 2010'an de bibe yekîneyek. Jinên Kurd bi giranî li ser Jineolojiyê nîqaş kirin. Pirsên ewil çima têgînek bi vî rengî hewce dike, pêdiviya Jineolojiyê çi ye, dê çawa bi sazî bibe, dê li kîjan rê û rêbazan bimeşe û dê çawa bi femînîst û jinên ji bo azadiya jinê têdikoşin re hevdîtin pêk bîne. Bersivên van pirsan ji bo berdewamî û berfirehkirina nîqaşan girîng bûne.
 
Jin nasnameya xwe nas bike
 
Gelek teoriyên ku dikarin bibin çavkanî ji bo Jineolojiyê ji aliyê tevgera azadiya Kurd ve hatine bicihanîn, encamên wan hatine nirxandin û hê jî tên nirxandin. Yek ji van teoriyan jî Teoriya Qutbûnê ye. Ji bo ku jin nasnameya xwe nas bike û xwe bi her awayî veqetandinek hate pêkanîn ku tê wateya ku dema pêwîst were dîtin di aliyê derûnî, hestî, însiyatî (gudu) û fizîkî de jî ji mêran qut bibe û encamên  girîng derxist holê ku divê bên nirxandin. Encamên ku bandor li azadiya jinê û têkoşîna netewî ya Kurd kiriye ev in. Mijareke din jî têkoşîna ji holê rakirina çanda li dora mêran hatiye afirandin e ku Abdullah Ocalan weke “Kuştina mêrekî” û “Projeya Veguherîna Mêran” pênase dike. Tevgera azadiya Kurdistanê bi salan e li ser nêzîkatiya mêr a jinê, girêdana mêranî, serwerî û desthilatdariyê dixebite. Di van nîqaşan de avahiya civakî û malbatî ya ku zilam tê de ava bûye û mijarên ku bandorê li nêzîkatiya wan a li jinê dike, têne analîzkirin. 
 
Bingeha Jineolojiyê
 
Bîrdoziya Rizgariya Jinê ku di 8'ê Adara 1998'an de hat îlankirin û rêxistinbûna partiya jinê ya li ser wê bingehê teorî û pratîkeke din a girîng e. Bîrdoziya Rizgariya Jinê ku rêgezên xwe yên bingehîn weke welatparêzî, pêşxistina îrade û raman, rêxistinbûn, têkoşîn û estetîk pênase dike, hemû jinên ku di nava tevgera azadiya jinê de cih digirin qebûl dikin û li ser esasê wan têdikoşin. Peymana civakî ya ku têkiliya jinê ya bi civaka ku tê de dijîn re li ser bingehê hiqûqî û exlaqî diyar dike û “hevjiyana azad” ku têkiliya jin û mêr wê li ser esasê azadiyê ava bike, proje û teoriyên din in ku bingeha Jineolojiyê pêk tînin.
 
1’emîn Konferansa Jineolojiyê
 
Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê ku bi taybetî di avakirina artêş, avakirina partiyê û konfederalîzma jinan de gelek destkeftî bi dest xistine, di sala 2015’an de 1’emîn Konferansa Jineolojiyê li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi beşdariya 120 delegeyan li dar xist. Jinên ku di konferansê de bi bersivên pirsa “Çima Jineolojî” derî li cîhaneke nû ya wateyê vekir.
 
Di konferansê de etîk-estetîk, aborî, ekolojî, siyaset, demografî, tenduristî, perwerde, dîrok û xweparastin weke qadên lêkolînê yên bingehîn weke rêberên çalakiya Jineolojiyê hatin diyarkirin. Di axaftinên li konferansa Jineolojiyê hatin kirin de biryardariya avakirina sîstema modernîteya demokratîk û neteweya demokratîk hate destnîşankirin. Di tevahiya konferansê de nîqaşên balkêş ên jinên ku bi coş û kelecan tecrubeyên xwe yên bi salan li ser bingeha dîroka azadiya jinê teorîze kirin, bi nirxandinên Abdullah Ocalan hatin meşandin.
 
‘Çima xwezaya civakî nebe mijara zanistê?’
 
Abdullah Ocalan di pirtûka xwe ya Sosyolojiya Azadiyê de wiha bal dikişne ser mijara jineolojiyê:
 
 “Çawa ku dîrokên şaristaniyê yên çînî, mêtinkarî, zordestî û îşkenceyê statuya rastî ya jinê dinixumînin, ev vegotin belkî jî çil qat ji wan zêdetir dinixumîne. Li şûna femînîzmê têgîna jineolojiyê (zanista jinê) belkî çêtir bersiva armancê bide. Diyardeyên Jineolojî wê derxe holê bi herhalî wê der barê gelek beşên teolojî, eskatalojî, polîtîkolojî, pedagojî û welhasil heta sosyolojiyê de ji loji’yên wan kêmtir xwedî pareke rastiyê nebin. Hem ji aliyê fizîkî ve hem jî ji aliyê maneyê ve jin beşê herî berfireh ê xwezaya civakî pêk tîne û ev ne ya guftûgoyê ye. Hingê çima ev parçeyê herî girîng ê xwezaya civakî nebe mijara zanistê? Sosyolojî gelek beşên xwe hene û heta pedagojî jî beşek ji wê ye, û der barê perwerde û hînkirina zarokan de ye. Zanisteke evqasî hatiye dabeşkirin çima Jineolijiyê pêk nayîne û gelo ev xusûs ji vegotina wê ya bi serweriya mêr û pêve bi tiştekî din tê ravekirin.
 
Têgîna Jineolojiyê, Jinnasî
 
Ya bi destê mirov tê avakirin, bi destê mirov dikare were hilweşandin. Di vir de ne qanûneke xwezayê heye, ne jî çarenûsek mewzûbehs e. Li vir a em behsa wê dikin, nîzamên desthilatdariyê ne, ew destên jiyanê yên bi hormon û bi kansêr ên zilamê bi hêz û xasûk ên şebekeyê ne. Min her tim hûrûkûr manedarkirina jiyanê ya du cotên herî harîqa yên di gerdûnê de his kir. Min cesaret kir ku berê bi jinê re bifikirim û li pêşiya hemû têkiliyên xwe, li ku, kengî û çiqas xirabî hebin, pêre guftûgo bikim û ji holê rakim. Bi tenê jina bi hêz, difikire, qenc, bedew û rast biryarê dide, bi vî awayî jî wexta ji min dibihure min heyranî xwe dike û dikare bibe muxatebê min, bêguman di gera min a felsefî de kevirê çarqozî ye ango ya serê quncikê ye. Min timî bawer kir ku sirrên jiyanê yên di vê gerdûnê de diherikin herî baş, bedew û rast wê bi vê jinê re manedar bibin. Lê bi qasî ku ti mêr ê nikaribin bi ser bixin, exlaqê min ê min jê bawerkirî heye; ez ê bi malê ‘mêr û sermaye’ yê li pêşiya min, şêwazê hebûna xwe ti carî bi Hurmuza nod hezar mêrî re parve nekim. Hingê ji femînîzmê jî wêdetir têgîna ‘Jineolojî’ (zanista jinê-jinnasî) dikare bi awayekî baş bersiva armancê bide.
 
Zanista civakî… Zanista Jinê …
 
Çawa ku di tevahiya zanistan de heye, vegotina mêrtiyê mohra xwe li zanista civakî jî xistiye û rêzên vê zanistê yên behsa jinan dikin, bi nêzîkatiyên propagandîf ên hîç behsa rastiyê nakin, tijî ne. Çawa ku dîrokên şaristaniyê yên çînî, mêtinkarî, zordestî û êşkenceyê statuya rastî ya jinê dinixumînin, ev vegotin belkî jî çil qat ji wan zêdetir dinixumîne. Li şûna femînîzmê têgîna jineolojiyê (zanista jinê) belkî çêtir bersiva armancê bide. Diyardeyên Jineolojî wê derxe holê bi herhalî wê der barê gelek beşên teolojî, eskatalojî, polîtîkolojî, pedagojî û welhasil heta sosyolojiyê de ji loji’yên wan kêmtir xwedî pareke rastiyê nebin. Hem ji aliyê fizîkî ve hem jî ji aliyê maneyê ve jin beşê herî berfireh ê xwezaya civakî pêk tîne û ev ne ya guftûgoyê ye. Hingê çima ev parçeyê herî girîng ê xwezaya civakî nebe mijara zanistê? Sosyolojî gelek beşên xwe hene û heta pedagojî jî beşek ji wê ye û der barê perwerde û hînkirina zarokan de ye. Zanisteke evqasî hatiye dabeşkirin çima Jineolijiyê pêk nayîne û gelo ev xusûs ji vegotina wê ya bi serweriya mêr û pêve bi tiştekî din tê ravekirin.
 
Ronî nebûna xwezaya civakê
 
Heta xwezaya jinê di tariyê de bimîne, wê tevahiya xwezaya civakê rohnî nebe. Xwezaya civakî bi awayekî rastî û berfireh were rohnîkirin, hingê rohnîkirineke rastî û berfireh a xwezaya jinê mumkîn dibe. Ji dîroka mêtingehkirina jinê heta bi mêtingehkirina wê ya ekonomîk, civakî, siyasî û zêhnî statuya wê were zelalkirin, wê ev yekê bibe alîkariyeke mezin ji bo zelalkrina tevahî mijarên din ên dîrokê û civaka îroyîn.
 
Pirsgirêka rizgariyê 
 
Bêguman zelalkirina statuya jinê şaxekî meseleyê ye. Şaxê wê yê girîngtir der barê pirsgirêka rizgariyê de ye. Bi gotineke din çareserkirina pirsgirêkê hê zêdetir girîng e. Gelek caran tê gotin, asta azadiya giştî bi asta azadiya jinê re di weznekê de ye. Ev gotin rast e, lê ya girîng ew e, wê nava wê çawa were tijîkirin. Azadî û wekheviya civakî bi tenê wekhevî û azadiya jinê diyar nakin. Ji bo vê hewcedarî bi teorî, bername, rêxistin û mekanîzmayên çalakiyê heye. Ji vê jî girîngtir, xuya dike ku siyaseta demokratîk a bê jin nikare bibe, heta polîtîkvaniya çînî jî wê kêm bimîne, aştî û hawîrdor jî wê neyên parastin.
 
Mekanîzmayên pêşde birine
 
Divê mirov jinê ji statuya ‘dayika pîroz, namûsa esasî, ya dest jê nabe, hevaleke bêyî wê nabe’ derxe û weke tevahiya obje-sûbje bixe ber lêkolînê. Bêguman beriya her tiştî divê mirov van lêkolînan ji qeşmertiyên bi navê eşqê biparêze. Heta şaxê herî girîng ê lêkolînê divê rezîliyên mezin ên di bin navê eşqê de (di serî de destavêtin, kuştin, lêdan, dijûnên yek ji ya din sosrettir) hatine veşartin, pêşkêş bike. Gotineke Heredot heye dibêje “Tevahiya şerên Rojhilat-Rojava seba jinê derketine.” Ev gotin bi tenê dikare rastiyekê rave bike. Ew jî ev e, weke mêtingeh bi nirx bûye, ji lewra jî dibe sedema şerên girîng. Jixwe dîroka şaristaniyê welê bû, lê modernîteya kapîtalîst hezar qatî ji wê girantir û bi awayekî pirralîbûyî mêtingehkirineke jinê temsîl dike. Mêtingehkirin li nasnameya wê kola ye. Dayika tevahiya kedan, xwediya keda bêheqdest, karkera xwedî heqdesta herî kêm, ya herî zêde bêkar, çavkaniya bê sînor a arezû û zordestiya mêr, makîneya zarokanînê ya nîzamê, pîrika mezinkirina zarokan, amûra reklamê, amûra seks û pornoyê, bi vî awayî mêtingehkirin dûvdirêj diçe. Kapîtalîzmê bi qasî ku di ti mêtinkariyê de mekanîzme pêşde nebiriye di mêtinkariya jinê de mekanîzma bi pêşxistiye. Herçiqasî bi dilê me nebe jî her û her em li statuya jinê vedigerin û ev êşê dide me. Lê ji bo yên mêtinkarî li ser wan dimeşe zimanê rastiyan bi awayekî din nabe.
 
Heke zanista jinê pêş bikeve…
 
Eger zanista jinê pêş bikeve, mirov çareserkirina pirsgirêkan bi mînakekê rave bike wê têra xwe me hîn bike: Divê mirov zanibe ku xerîzeya hundir a cinsîtiyê yek ji şêweyên herî kevin a hînbûnê ye. Bersivê dide pêdiviya cinsê mirov ji bo zurriyeta xwe dewam bike. Ji ber ku derfet û îmkanên ferd ê jiyana bêserûbinî nîne, xwe neçar dibîne weke potansiyela zêdebûnê xwe dubare di yekî din de pêk bîne. Ya jê re xerîzeya cinsî tê gotin, ev e. Kengî ev potansiyel şert û mercên di cih de dibîne xwe zêde dike û jiyanê dewam dike. Bi awayekî li beramberî tehlûkeya qirbûn û mirinê dibe çare. Mîna dabeşbûna pêşî ya şaneyê ye. Şaneya yek e, xwe pirr dike û bi vî awayî xwe bê mirin dike. Eger em hê bi awayekî giştî bibêjin bûyer ev e, gerdûn li dijî valatî û tinebûna dixwaze wê daqurtîne, xwe timî bi cûrbicûrkirinê zêde dike û bi vî awayî meyla xwe ya bêserûbinîbûnê di jiyana zindî de dewam dike.
 
Zanista etîk û estetîkê parçeyekî zanista jinê ye
 
Jin herweha weke hêmana bingehîn a civaka exlaqî û polîtîk, li ber rohniya azadî, wekhevî û demokratîkbûyînê ji aliyê etîk û estetîka jiyanê ve bi roleke heyatî radibe. Zanista etîk û estetîkê parçeyekî zanista jinê ye ku jê nabe. Ji ber berpirsiyariyên wê yên giran ên di jiyanê de jin ê di tevahiya mijarên etîk û estetîkê de hem weke hêza fikir û hem jî weke hêza bicihanînê rê li pêşketin û gavavêtinan veke û guman ji vê nayê kirin. Têkiliya jinê bi jiyanê re li gorî mêr hê bêtir berfireh e. Asta pêşketina mejiyê hisî têkiliya xwe bi vê re heye. Ji lewra estetîk weke bedewkirina jiyanê ji aliyê jinê ve mijareke hebûnî ye. Ji aliyê etîkî ve jî (Teoriya exlaq, teoriya estetîk = bedewî) berpirsiyariya jinê berfirehtir e. Aliyên çê û xirab ên perwerdeya mirov, girîngiya jînê û aştiyê, xeternakî û xirabiya şer, nirxandina pîvanên mafdarî û dadê, diyarkirin û gihiştina biryarê, ji aliyê civaka exlaqî û polîtîk ve jin ê bi awayekî hê rasttir û bêhtir bi berpirsiyarî tevbigere. Ji ber ku ev li gorî xwezaya wê ye. Bêguman ez behsa jina lîstok û siya mêr nakim. Li vir a ez behsa wê dikim ew jin e ku azadî, wekhevî û demokratîkbûyîn dawerivandiye hinavê xwe û qebûl kiriye.
 
Ekonomî ji destê jinê hatiye stendin
 
Zanista ekonomiyê weke parçeyekî zanista jinê were pêşdebirin wê hê zêdetir rast be. Ekonomî hê ji destpêkê ve şêweyekî xebata civakî ye ku jinê bi awayekî bingehîn têde rol girtiye. Ji ber ku xwedîkirina zarokan li ser pişta jinê ye, ekonomî ji bo jinê maneyeke heyatî îfade dike. Jixwe maneya peyva ekonomiyê “qanûnên malê, pîvanên debara malê” ye. Bi vê jî eşkere ye ku ekonomî karê bingehîn ê jinê ye. Ekonomî ji destê jinê hatiye stendin û ketiye destê tefekar, bazirgan, pere, sermayedar, desthilatdar-dewlet û rayedarên mîna axayan tevdigerin. Ev bûye derbeke mezin li jiyana ekonomiyê ketiye. Ekonomiya ket destê hêzên dijberê ekonomiyê, bi lez bû hedefa bingehîn a desthilatdarî û mîlîtarîzmê û tevahiya dîroka şaristanî û modernîteyê bû sedema sereke ya şer, pevçûn, pêxîrtengî û bihevketinên bê sînor. Di roja me ya îro de ekonomî, ji aliyê kesên têkiliya xwe bi ekonomiyê re nînin, bi lîstikên kaxizan, ji rêbazên qumarê xirabtir kirine qadeke lîstikê, bi awayekî bê sînor nirxên civakî desteser dikin. Pîşeyê pîroz ê jinê ku ew bi xwe bi temamî li derveyî vê qadê hiştine, veguherandine pîşeyê makîneyên şer, amûrên trafîkê yên ku kirine jiyan li hawîrdorê nebe, îmalatxaneyên berhemên bêkêr ên ji bo karê û ti têkiliya xwe bi pêdiviyên bingehîn ên mirovan re nînin, lîstikên borsa, buha û faîzê.
 
Rêyên çareseriyê yên manedar
 
Tevgera azadî, wekhevî û demokratîk a jinê ya xwe disipêre zanista jinê û femînîzmê jî digire nava xwe, eşkere ye ku wê di çareserkirina pirsgirêkên civakî de bi rola sereke rabe. Divê mirov qîma xwe bi rexnekirina tevgerên jinan ên rabihuriya nêz neyîne, bêtir bi ser dîroka şaristanî û modernîteyê de biçe, lewra wan jin kir rewşekê weke nasnameyeke tinebe. Eger di zanistên civakî de mijara jinê, pirsgirêka wê û tevgerên wê hema hema tine bin, berpirsê vê yê bingehîn avahiyên çandî yên maddî û zêhnî yên hegemonîk ên modernîte û şaristaniyê ne. Bi nêzîkatiyên teng ên wekheviyê yên hiqûqî û siyasî belkî alîkariya lîberalîzmê were kirin; lê bi nêzîkatiyên bi vî rengî çareserkirina pirsgirêkê bidin aliyekî, weke diyarde jî çareseriya wê nabe. Mirov îddîa bike ku tevgerên femînîst ên heyî ji lîberalîzmê qut in û bûne hêzên dijberê sîstemê, ev ê bibe xwexapandin. Yek ji pirsgirêkên bingehîn ên femînîzmê ew e, eger weke tê gotin radîkal e, wê wextê divê beriya her tiştî xwe ji binî ve ji hînbûnên lîberal, ji jiyan û şêwazên fikir û hisên wê qut bike, şaristanî û modernîteya dijminê jinê ya li pişt wan analîz bike û li ser vî bingehî giraniya xwe bide rêyên çareseriyê yên manedar.
 
Modernîteya demokratîk divê xwezaya jinê û tevgera wê ya azadiyê weke yek ji hêzên xwe yên bingehîn zanibe û di vê çarçoveyê de hem pêşdebirina wê û hem jî weke hevgirtiyê xwe di serê erkên xwe de bihesibîne û di xebatên jinûveavakirinê de wê binirxîne.”