Çeteleya meha gulanê: 21 jin hatin kuştin

  • 09:05 6 Hezîran 2025
  • Çeteleya Tundîyê
 
Yeşim Oruç
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî amarên tundûtûjiyê yên meha Gulanê, 21 jin hatine kuştin, 19 jin û 3 zarok di bin şert û mercên gumanbar de mirî hatine dîtin.
 
Li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê, şîdeta mêran hîn jî dibe sedema mirina jin û zarokan. Her çend saziyên fermî daneyên li ser jinên ku hatine kuştin bi awayekî zelal parve nakin jî, nûçe û daneyên sînorkirî yên di çapemeniyê de bi tevahî wêneyê heyî nîşan nadin. Jin di nav kêmbûna daneyan ji hêla dewletê ve, gotinên hikûmetê yên ku şîdeta mêran rewa dikin û polîtîkayên bêcezatiyê yên dadweriyê de, parastina mafê xwe yê jiyanê didomînin.
 
Li gorî daneyên ku ajansa me ji nûçeyên di çapemeniyê de berhev kiriye, di meha Gulanê de 21 jin hatine kuştin û 19 jin û 3 zarok di bin şert û mercên gumanbar de mirî hatine dîtin.