Prof. Dr. Neşe Ozgen:Ji bo civaka demokratîk em di amadekariyên mezin de ne

  • 09:04 6 Hezîran 2025
  • Rojane
Melek Avci
 
ENQERE- Endama damezerîner ya EFFP’ê Prof. Dr. Neşe Ozgen diyar kir ku wê  fikra 'aştî û civaka demokratîk' bi gel re bînin gel hev û meha îlonê de wê konferansek mezin pêk bînin. Neşe Ozgen got: “Hewcedariya me heye ku em bi Ocalan re hevdîtinê bikin. Wezaret asteng dike lê ji gotinê tirs nabe.“
 
Piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şûnde, PKK’ê 5-7’ê Gulanê de 12’emîn kongrey axwe pêk anî û encamnameya xwe parve kir. PKK’ê daxuyand ku rêxistin fesh kirine û dawî li têkoşîna çekdarî anîne. Piştî vê li her derê Kurdistan, Tirkiye û cîhanê ji bo avakirina ‘aştî û civaka demokratîk’ seferberî hat îlankirin.
 
Yek ji damezerînera  Foruma aştî û Azadiyê ya Ewropayê (EFFP) û akademîsyen Prof Dr. Neşe Ozgen der barê bernameya ‘dixwazin bi Ocalan re hevdîtinê bikim’ de nirxandin kir.
 
‘Me ji bo piştgirya bangê kampanya da destpêkirin’
 
Neşe Ozgen balkişand ser Foruma Aştî û Azadiyê ya Ewropayê û da zanîn ku ew endamên wê ne û wiha got: “Akademîsyen, rewşenbîr, rojnameger di forumê de cih digirin. Em mirovên di surgunê de dijîne. Ev 6 sale em hewl didin bernameyek nû ya dîaspora amade bikin.Em dixwazin feraseta dîasporeyek nû ava bikin. Em hatin Tirkiye û Kurdistanê. Em hewl didin bi tevgerên demokrasiyê yên Ewropayê re bibin hevpar. Niha nêzî 300 pêk hatiyên me hene. Em dixwazin siyasetek nû biafirînin.Kampanya me ya niha em bi  Tevgera Çep a Kurdistanê (European Left)  û The Left in the European Parliament re dimeşînin.Me da destpêkirin ew piştgiriyê didin me. Me xwest em bi vê kampanyayê piştgiriyê bidin banga ‘aştî û civaka demokrtîk’ a Abdullah Ocalan.Li ser bangê PKK’ê agirbest îlan kir. Lê dewleta Tirk gavên divê bavêje taloq dike. Bila guman kesî tunebe. Wê ev pêvajo bimeşe.Ji bo vê piştgiriya hêzên demokrasiyê û gel pêwiste.”
 
‘Hewcedariya hevdîtina bi Abdullah Ocalan re heye’
 
Neşe Ozgen di berdewamiya axaftina xwe de li ser kampanyaya ‘Dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim’ û wiha vegot: “Ji ber pêvajoyê divê Ocalan wek muxatabê pêvajoyê fikr û gotinên xwe bi rehetî parve bike. Ev nayê wateya azadiya fîzîkî ya Ocalan. Divê astengiyên li ser gotinên wî bên rakirin.Wezareta asteng dike lê hewce bi tirsê tuneye. Hewacedariya me hemûyan pê heye ku bi awayekî em bi Ocalan re hevdîtinê bikin.Hewcedarî pê heye ku tiştên dibêje em raste rast bibihîzin, gotinên wî fêr bibin. Rastiyek din jî eve ku wek gel derfetek niha destê me de heye. Ji ber vê me wek Foruma Aştî û Azadiyê ya Ewropayê kampanya da destpêkirin. Me bi European Left în Parlîament û European Left re ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kirin.”
 
‘Em ê konferansên mezin pêk bînin’
 
Neşe Ozgen balkişand ser plansaziya ku di esasa kampanyayê de dekretiye holê û xebatên ku bê kirinê û wiha bi lêv kir: “Em ê konferansên cur bi cur, konferansên hundir, konferansên derve bikin. Di meha îlonê de emê li Tirkiyeyê û heman demê de li Ewropayê, heman rojê wê konferansên mezin pêk bînin . Hem li Tirkiye hem li derveyê welat hevdîtinên bi siyasî tên kirin. Kokmên cuda yên li Tirkiyeyê hatine avakirin ji bo aştiyê bang dikin û hewl didin niha li meclîsê ‘meclîsa aştiyê’ ava bikin.Em ê encamên vê konferansên wê ji meha hezîranê şûnde li Tirkiyeyê bibînin.”
 
‘Me siyaseta dîaporayê ya berê terk kir’
 
Neşe Ozgen daxuyakirin ku bi hevalên xwe yên li dîasporayê ji bo siyaseta demokratîk xurt bikin û bi vê re rêxistibûnek enternasyonalîst ava bikin siyasetek nû ya dîasporayê dişopînin. Her wiha Neşe Ozgen got ji bo tiştên li Tirkiyeyê diqewimin ji Ewropayê re ragînin siyaeta dîasporayê ya berê terk kirine.”
 
Neşe Ozgen di dawiya axaftina xwe de wiha anî ziman: “Kampanya me gelek girînge. Gelek girînge Rêberê gelekî beyî berovajîkirinên desthilatdarî û çapemeniyê fikrên xwe ji gel re parve bike. Ev ne tenê ji bo xwe îfadekirina Ocalan e. Ev ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê jî gavek girînge.Em vê bi he vre biser bixînin wê ji bo Tirkiyeyê gelek baş be. Ez di wê baweriyê de me ku em ê biserkevin.”