
ROJEVA 06'Ê HEZÎRANA 2025'AN
- 09:00 6 Hezîran 2025
- Rojev
* Pirsên ewil çima têgînek bi vî rengî hewce dike, pêdiviya Jineolojiyê çi ye, dê çawa bi sazî bibe, dê li kîjan rê û rêbazan bimeşe. Ji sala 2008’an heta îro di rojeva Tevgera Jinên Kurd de cih girt. DOSYA
*Di pergala sûc-ceza de cihên dertên pêş, çalên tarî, kûrahiya kelehan bû. Bi pêşketina dewleta modern girtîgeh, malên islahê derketine pêş.
Di sedsala 6’an de keşîşxane wek cihên cezakirinê hatiye bikaranîn. Her wiha yên dijexlaqî dikirin li vir li malên xebatê hatine hepskirin. Odeyên keşîşxaneyan wek cihên ku sûcdar dihatin islahkirin dihat bikaranîn. JINEOLOJÎ
*Parêzera û ji Komîsyona Jinan a OHD'ê Sida Yildiz li ser 10'emîn Pakêta Darazê wiha got, "Pakêta darazê li gorî hesasiyetên pêvajoya aştiyê nîne. Rêziknameyê hişt ku em bipirsin ka aştî li ku ye? Divê her alî ji bo avakirina aştiya civakî û civatek demokratîk rola xwe bilîze." DÎMEN HEYE
* Li gorî amarên tundûtûjiyê yên meha Gulanê, 21 jin hatine kuştin, 19 jin û 3 zarok di bin şert û mercên gumanbar de mirî hatine dîtin. ÇETELEYA TUNDIYÊ
*M.C. teqez kir ku wêrankirina xwezayê li Şirnexê bûye sedema wêrankirineke mezin a xwezayê û koçberiyê û pirsî çima çapemeniya cîhanî û platformên ekolojiyê yên cîhanî li hember vê wêrankirinê bêdeng dimînin. DÎMEN HEYE
*Endama damezerîner ya EFFP’ê Prof. Dr. Neşe Ozgen diyar kir ku wê fikra 'aştî û civaka demokratîk' bi gel re bînin gel hev û meha îlonê de wê konferansek mezin pêk bînin. Neşe Ozgen got: “Hewcedariya me heye ku em bi Ocalan re hevdîtinê bikin. Wezaret asteng dike lê ji gotinê tirs nabe.“ DÎMEN HEYE