‘Zimanê çapemeniyê pêvajoyê asteng dike’

  • 09:03 4 Hezîran 2025
  • Rojane
 
Elfazî Toral
 
STENBOL - Rojnameger Serpîl Unal da zanîn ku bi geşedanên dawî yê li Tirkiyeyê re çapemenî di zimanê ‘terorê’ de israr dike û got: “Çapemenî ne li alî aştiyê berovajî vê zimanekî ku tundiyê gur dike bikar tîne. Zimanekî ku netewa Kurd bê maf e, têkoşînê tune dike tê bikaranîn. Ev ziman piştgiriyê nade pêvajoyê. Berovajî pêvajoyê asteng dike diqedîne. Divê ev ziman ji holê bê rakirin.”
 
Çapemeniya alîgir di pêvajoyên erênî an jî ne erênî de zimanekî ne li alî gel li alî desthilatdariyê bikar tîne. Di pêvajoya pevçûna bi salan de çapemenî li ser têgeha ‘terorê’ zimanekî ku newekhevî û tundiyê gur dike bikar anî. Bi geşedanên dawî re li şûna li alî aştiyê ziman bikar tîne, zimanekî zirarê dide aştiyê bikar tîne. Rojnameger Serpîl Unal der barê mijarê de axivî.
 
‘Peywira dikeve ser milê me nîşandana rastiyan e’
 
Serpîl Unal daxuyakirin ku çapemenî alava herî xurt a cîhanê ye û çapemenî hêza xwe ji desthilatdariyan digire. Serpîl Unal got li cihê desthilatdarî û sermaye xurt e, çapemenî jî xurt e û wiha vegot: “Desthilatdarî çi bixwaze wê nîşanê civakê dide. Di nûçeyan de reklam, progandaya li gorî deshtilatdariyê bikar tîne. Desthilatdarî û sermaye çi bixwaze wê empozeyê civakê dike. Di televîzyonan de rêzefîlmên muhafazakar tên weşandin. Di çapemeniyê de tundî dertê pêş. Şer hene. Li Kurdistan, Sûriye û Ukraynayê şer didomin. Çapemenî kîjan aliyê nêzî xwe bibîne wê bedew dike. Zimanekî êrîşê gur dike bikar tîne. Lê em rojnameger wê her tim rastiyê derxin pêşberî gel. Em peywira xwe bi înat û israr tînin cih.”
 
‘Em rastiyê ji çapemeniya azad dibînin’
 
Serpîl Unal wiha dirêjî dayê: “Desthilatdarî civakê teşwîqê tundî û dijminahiyê dike. Desthilatdarî gelan çavsor, êrîşkar û terorîst nîşan dide. Newekheviyê dike. Ev di çapemeniya alîgir de jî tê dîtin. Li Tirkiyeyê li hember Kurdan û Elewiyan zimanekî newekhev tê bikaranîn. Vê empozeyê gel dike. Kes vê ferq nake lê vê di zîhnên me de bicih dike. Em rastsiyan ji çapemeniya azad dibînin. Ji ber vê divê em bi lêpirsînkirinê geşedanan bişopînin.”
 
‘Zimanê çapemeniyê tundiyê gur dike’
 
Serpîl Unal daxuyakirin ku çapemenî zimanekî mîlîtarîzm bikar tîne û wiha bi lêv kir: “Heta çapemenî destê desthialtdarî û sermayê de be guherîn jî zehmet e. Çapemenî ne bê alî ye. Ev jî tê wateya ku bêdeng dimînin û ji nedîtî ve tên. Divê gotinên tên bikaranîn, zimanê tê bikaranîn bi baldarî bên bikaranîn. Divê dest ji zimanê mîlîtarîzmê bê berdan. Zimanê çapemeniyê tundiyê gur dike. Divê çapemenî zimanekî li alî aştiyê bikar bîne. Pêvajoyeke aştiyê ya em ji nêz ve dişopînin heye. Yên ji dil xwedî li vê pêvajoyê derdikevin hene. Lê çapemenî zimanê desthilatdarî û sermayê bikar tîne. Ev jî mixabin pêvajoyê asteng dike.”
 
‘Divê ev ziman ji holê bê rakirin’
 
Serpîl Unal daxuyakirin ku peywir û berpirsyariyek mezin di vê pêvajoyê de dikeve ser milê çapemeniya azad û çapemeniya şoreşger û wiha dawî lê anî: “Heta ji destê me bê divê em rastiyan nîşan bidin û di vê mijarê de nûçeyan çêbikin. Li hember rojnamegeriyê êrîşek mijara gotinê ye. Tundî heye. Bi taybet di çandên dawî de li ser rojnamegeran êrîşên mezin hene.  Li hember rojnamegerên jin jî êrîşek cuda heye. Li dijî vê êrîş û tundiyê divê em zimanê rast bikar bînin. Divê em gavên ku piştgiriyê didin hev bavêjin.”