Jin çûn şîna Aleyna Yaman

  • 18:35 28 Gulan 2025
  • Rojane
WAN –Jin çûn şîna Aleyna Yaman ya ku li Tûşbayêbi awayekî guman jiyana xwe ji dest dabû.
 
Platforma Jinan a WAnê, çûn şîna Aleyna Yaman ya ku 26’ê Gulanê de li taxa Akkopru ya navçeya Tûşba a Wanê bi guman jiyana xwe ji dest dabû.
 
Ayşe Mînaz piştî serdanê li ser navê platformê axivî û  got: “Zextên li jinan tên kirin û tê ferzkirin bi rastî mirovan xemgîndike. Ev bi awayekî cidî alarmê dide. Jİ ber vê divê civak hestiyariyê nîşanê vê mijarê bide û hemû saziyên di vê mijarê de dixebitin ligel hev bin.”