Riham Hico: Çima ji bo jinên Êzidî yên dîl tuştek nayê kirin?
- 16:31 28 Gulan 2025
- Rojane
AMED - Siyasetmedar Gultan Kişanak di konferansa ku ji aliyê TJA ve hat organîzekirin de axivî û got, "Birêz Ocalan tişta pêwîst kir, banga lidarxistina kongreya neteweyî kir. Dem dema pêkanîna van û avakirina têkoşînê ye" û ji TAJÊ Riham Heco jî got, "Çima ji bo azadiya jinên Êzidî yên hê jî dîl in, tiştek nayê kirin?"
Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) li Çand Amedê Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd tê lidarxistin. Piştî bêhnvedanê di konferansê de ewil peyama Parlamentera berê ya HDP'ê Semra Guzel ku niha li Girtîgeha Kandirayê girtî ye hat xwendin.
Piştre jî bi moderatoriya Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Bêrîtan Guneş, mijara "Di Siyasetiyê de Jinbûn: Tecrûbeyên Hevbeş ên Çar Parçeyan û Ewropayê" hat nîqaşkirin.
Gultan Kişanak a destpêkê mafê axaftinê girt, diyar kir ku aliyê herî girîng ê pirsgirêka Kurd a ku ew têdikoşin, parastina zimanê dayikê ye û li dijî asîmîlasyonê bidestxistina statuya vê ye û destnîşan kir ku ji asîmîlasyonê zirar dîtiye. Gultan Kişanak got, "Li gelek herêmên Bakurê Kurdistanê em di warê zimanê zikmakî di bin zextê de ne. Li Bakur bi polîtîkaya înkarê ya tund em di warê zimanê xwe de pirsgirêkên cidî dijîn. Îro pêvajoyeke çareseriyê heye, em dixwazin tiştekî çareser bikin. Em dixwazin ji bo hebûna xwe bibin xwedî statu û zimanê me jî parçeyek ji vê yekê ye."
'Birêz Ocalan tişta ket ser milê wî kir'
Em di sedsala 21'ê de ne, Kurd li Rojhilata Navîn û li cîhanê,xwedî mejiyeke siyasî ne. Divê em vê bidomînin. Jin di vî warî de xwedî roleke mezin. Divê em hişê jinê bikin parçeyek ji mejiyê kurda yê siyasî ku derkeve pêş. Divê em jin du qet bixebitin, ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û gihandina civaka xwe ber bi astek demokratik ve tebikoşin. Pêwîst e em têkoşîna xwe ya neteweyî, têkoşîna xwe ya demokratîk bi hev ve girêbidin . Ger gelê Kurd bi xurtî veguherîna demokratîk pêk bîne, Rojhilata Navîn û cîhan wê ji me gelek tiştan fêr bibe. Çawa ku dirûşma 'Jin Jiyan Azadî' deng veda, çareseriya aştiyane ya demokratîk jî wê bandorê bike. Me xwe ji qetlîaman rizgar kir û îro hatin vir, lê ev têr nake. Îro Rojava me ji bîr nekiriye ku me hemûyan ji bo çi xebat kir, çi li Şengal û Helebce qewimî. Mafê hebûna gelê me yê li Rojava daxwazeke pêwîst û sedema têkoşînê ye. Weke jin divê em lêkolîneke ku çareseriya aştiyê tê de pêk bînin. Yekitiya neteweyî hêmana bingehîn a vê ye. Weke jin divê em bi berpirsyarî rabin. Birêz Ocalan tişta ket ser milê wî kir û banga lidarxistina kongreya netewî kir. Dem dema yekkirina têkoşînê ye ku dê nirxên me bide jiyîn."
Ji bo aştiyê divê em bibin yek'
Parlamentera Îslamî ya Yekgirtû Nasik Tewfîq bal kişand ser wê yekê ku divê jinên Kurd li her derê zêdetir bi xebat û têkoşînê re mijûl bibin û got, "Li ser banga Birêz Ocalan, PKK'ê kongreya xwe li dar xist. Em hêvîdar in ku ev bang û kongre bi be wesîleya serkeftina pêvajoya li Tirkiyeyê tê meşandin. Ji bo aştî û jinan bi hemû hêza xwe divê em bibin yek. Têkoşîna jinan a li Tirkiyeyê û avakirina pirekê, li ku derê be divê em li vê bin û têbikoşin."
‘Em çiqas dikarin civaka xwe biguherînin?’
Piştre jî Parlamentera Partiya Goran Munîre Osman mafê axaftinê girt. Munîre Osman diyar kir ku ji bilî hemû partiyan ya girîng parastina yekitiya neteweyî ye û got, "Em weke jinên Başûr alîgirên pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê tê meşandin in. Dema dayika min di girtîgehê de bû ez li cem dayika xwe mam û li wir nexweş ketim. Di encama derziyê de ez seqet mam, lê tevî vê jî min dev ji têkoşînê berneda. Ji dema ku ez ketim nava siyasetê, ez di gelek waran de xebitîm û têkoşiyam ku dijî van pirsgirêkan bibin yek.”
‘Em çima ji bo azadkirina jinên Êzidî yên dîl tiştekî nakin?’
Herî dawî ji TAJÊ Rîham Heco bi rêya înternetê beşdarî konferansê bû. Rîham Hico da zanîn ku Şengalê ji bo civaka Êzidî xwedî cihekî gelekî taybet û got, "Her kes civaka Êzidî û jinên Êzidî nas dike. Em weke jinên Êzidî dest ji têkoşîna xwe bernadin, piştî qirkirinê me xweparastina xwe ava kir. Daxwazên Şengalê nehatin cih. Weke jinên li Şengalê tu mafên me nedan me. Îro jinên Êzidî di her qadên jiyanê de pêşengiyê dikin, weke îro ku di siyasetê de cih digirin. Îro li Şengalê ambargo heye û em nikarin piştgiriyê bidin pêvajoya çareseriyê. Jinên Êzidî hê jî dîl in û divê em li dijî vê têbikoşin. Divê her kes bipirse çima heta niha em ji bo rizgarkirina jinên Êzidî yên di destê DAIŞ’ê de ne tiştekî nakin. Îro hikûmeta Iraqê daxuyaniyek dide û dibêje, divê jinên Êzidî li Sûriyê bên parastin, lê ev yek li ser kaxezê maye. Birînên ku me jiyaye hê jî nekewiyan e. Bi dehan jinên Êzidî yên qehreman hene ku tu carî serî li ber tu dewletekê netewand, dîrokeke me ya wiha heye. Çi pêwîst be divê em bikin. Em dikarin bi felsefeya jin jiyan azadî werin gel hev û siyaset û têkoşînê bimeşînin. Divê em weke jinên her çar parçeyan têkoşîneke mezin bimeşînin, ji bo jinên Kurd û Kurdistanê bi ser bikevin divê em yekîtiya neteweyî û jinan pêk bînin."
Konferansê bi axaftinan berdewam kir.