
Eren Keskîn: Divê dewlet erka xwe pêk bîne
- 09:13 10 Gulan 2025
- Rojane
Rozerîn Gultekîn
STENBOL - Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Parêzer Eren Keskîn, têkildarî daxuyaniya PKK'ê ya têkildarî lidarxistina Kongreya 12'yemîn nirxand û diyar kir ku ev daxuyanî nayê wateya bidawîbûna tevgera siyasî ya Kurd û got: "Ji niha û pê ve divê dewlet jî ji bo vê hawîrdora aram erka xwe pêk bîne."
Piştî "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a ku di 27'ê Sibatê de ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hat kirin, PKK'ê di 1'ê Adarê de agirbest îlan kir û duh jî di daxuyaniya xwe ya dîrokî de ragihand ku kongreya xwe ya 12'yemîn li dar xistiye. Wê di demên pêş de encamên wê ji raya giştî re ragihînin.
Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) parêzer Eren Keskîn, piştî daxuyaniya PKK’ê ji ajansa me JINNEWS'ê re axivî.
‘Gelo ev gav bi serê xwe bes e?'
Eren Keskîn bal kişand ser wê yekê ku çareserî ne tenê çekdanîn, pêkanîna polîtîkayên aştiyê ye jî û got: "Tevî ku biryar bi tevahî nehatine ragihandin jî, li ser banga Ocalan wê di kongreyê de biryara bêçekbûnê bê ragihandin. Ev kongre gaveke pir girîng e. Gelo ev gav bi serê xwe bes e? Divê ev yek bê nîqaşkirin. Divê siyaset ji bo bicihanîna van erkên xwe bi cih bîne, tu peymanên ku îmze kirine bi cih nayîne û divê berî her tiştî girtiyên nexweş bên berdan, dû re hem û girtiyên siyasî serbest bên berdan, hiqûqa ku dijminatiyê onka qanûna têkoşînê ya li dijî terorê divê yekser bê rakirin."
'Divê ev pêvajo bê hembêz kirin'
Eren Keskîn, destnîşan kir ku Tevgera Siyasî ya Kurd rola xwe lîst û diyar kir ku divê dewlet rola xwe bi cih bîne. Eren Keskîn wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ev nayê wateya bidawîbûna tevgera siyasî ya Kurd, tê wateya bidawîbûna têkoşîna çekdarî. Ji niha û pê ve divê dewlet jî ji bo vê hawirdora aştiyane bi erka xwe tevbigere. Divê ev pêvajo ji aliyê hemû beşên civakê ve bê qebûlkirin. Divê hemû siyaset, rêxistinên civaka sivîl, sendîka, rêxistinên jinan, rêxistinên LGBT+ vê pêvajoyê hembêz bikin û ji bo pêkanîna rêgez û pêkanînên demokratîk hewl bidin.”
‘Divê tavilê rêziknameya mafê hêviyê bê çêkirin’
Eren Keskîn di dawiyê de ev tişt anî ziman: "Şert û mercên Îmraliyê ne pirsgirêka îro ye. Ez yek ji 12 parêzerên destpêkê me ji roja ku Ocalan anîne Tirkiyeyê. Em baş dizanin ku Girtîgeha Îmraliyê ji destpêkê ve bi zagoneke cuda tê birêvebirin. Ji sala 1999'an û vir ve tecrîdê tê meşandin. Ji bo pêkanîna şert û mercên Komara Tirkiyeyê pêwîstî bi guhertina qanûnên navxweyî ye. Pêwîst e Ocalan bi hemû malbata xwe, parêzer û çapemeniyê re hevdîtinê bike.
Komara Tirkiyeyê alîgirê Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye û biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê qebûl kiriye. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê jî cezayên ku ji 25 salan zêdetir bidome jî wekî îşkence qebûl dike. Ji ber vê yekê divê Tirkiye di derbarê mafê hêviyê de demildest rêziknameyan bike.”