
'Bila statuya Kurdî pêk bê, bibe zimanê perwerdê
- 09:04 10 Gulan 2025
- Çand û Huner
Rozerîn Gultekîn
STENBOL - Hevseroka Komeleya Lêkolînê ya Kurdî Remziye Alparslan der barê Cejna Zimanê Kurdî de axivî û got: “Em ê bi dirûşma ‘Bila statuya Kurdî pêk bê, bibe zimanê perwerdehiyê" hîn xurtir daxwazên xwe bînin ziman. Hêviya me ev e ku Kurd bi nasname û zimanê xwe jiyana xwe bidomînin.”
Polîtîkayên asîmîlasyonê yên li hember zimanê Kurd bi salane ji aliyê desthilatdariyan ve tê meşandin. Gelê Kurd li dijî vê li her qadê bi axaftina zimanê xwe, ziman didin jiyîn. Di dîroka 15’ê Gulana 1932’yan de Celadet Alî Bedirxan kovara Hawar a Kurdî weşand û di vê dîrokê de her sal Cejna zimanê Kurdî tê pîrozkirin.
Hevseroka Komeleya Lêkolînê ya Kurdî Remziye Alparslan der berê 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de axivî û balkişand ser polîtîkayên asîmîlasyonê.
‘Ziman girîng e’
Remziye Alparslan got ziman parçeyek çandê ye û got: “Kurdî heman demê de dîroke, nasnameye. Ger Kurd zimanê xwe winda bikin wê dîroka xwe winda bikin.Ji ber vê ziman girînge. Divê li her qadê bê bikaranîn. Felsefeya li Tirkiyeyê ya yekparêze. Nasnameyên din hedef digirin. Dixwazin bînin astek wisa ku tu ziman nemîne. Hebûna gelên din tehdîd dibînin. Ji bo vê jî serî li her cureyê astengiyan didin.”
‘Astengiyan pêşiya rengên cuda girt’
Remziye Alparslan wiha dirêjî dayê: “Li Tirkiyeyê yek ziman esas tê girtin. Vê yekparêziyê jî pêşî li hemû rengên cuda girt. Bû sedema tunebûna zimanên cuda. Demek dirêj destur nedan weşanên Kurdî jî. Piştî destur dan weşanan vê carê destur nedan axaftinê. Xwestin krîmînalîze bikin.”
‘Ji bo Kurdî xetere hene’
Remziye Alparslan balkişand ser xetereyên oto asîmîlasyonê û got: “Zimanê sedest dixwaze yên din biçewisîne. Di hemû qadên jiyanê de zimanê serdest tê bikaranîn. Ev zext û asîmîlasyone. Dixwazin Kurdî jî tune bikin. Mixabin ji bo Kurdî jî xetere heye. Lê divê em Kurd li dijî van polîtîkayan bi axaftinê zimanê xwe biparêzin.”
Statû û zimanên perwerdehiyê
Remziye Alparslan wiha dirêjî dayê: “Divê statuya hiqûqî ji bo Kurdî bê nasîn û Kurdî wek zimanê fermî bê nasîn. Divê bibe zimanê perwerdehiyê. Divê statuya hiqûqî pêk bê. Em ê 15’ê Gulanê de daxwazên xe bia wyaekî xurt bînin ziman. Her sal bi bernameyên cuda cejna zimanê Kurdî tê pîrozkirin. Daxwaza me eve ku mafên destura bingehîn bên nasîn.”