
Yên li dijî xizanî û tundiyê li berxwe didin…
- 09:02 5 Gulan 2025
- Ked/Aborî
Gulistan Gulmuş
AMED - Jinên Li Sûra Amedê dijîn hem li dijî xizanî hem jî li dijî tundiya mêr têdikoşin. Jinan gotin ew nikarin debarê bikin û ji bo jiyana xwe bidomînin hewce bi piştgirî û piştevaniyê heye.
Krîza aborî roj bi roj giran dibe û bandorek mezin li ser jiyanê dike. Bêguman ên herî zêde bi bandor dibin jin in. Jin li dijî şert û mercên jiyanê û krîza aborî têdikoşin.
Adîle Îgne û Havva Denîz a ku 35 sal berê li Sûra Amedê bicih bûne diyar kirin ku hem di temenê biçûk de hatine zewicandin û hem jî di temenê biçûk de berpirsyariya zarokan girtine.
Adîle Îgne kî ye?
Adîle Îgne bi keça hevjînê xwe Dîlek Îgne re li taxa Dede Abdal ya Sûrê dijî. Adîle Îgne piştî dizewcie sê caran ducanî dimîne lê ji ber pirsgirêkên tenduristiyê zarokên xwe winda dike. Hevjînê wê bi jinek din re dizewice lê ev jin jî piştî demekê jiyana xwe ji dest dide. Hevjînê wê bi jinek din re dizewice û ji vê jî Dîlek Îgne tê dinê. Lê dayika Dîlekê jî ji ber pirsgirêkên tenduristiyê dimre. Adîle Îgne ji Dîlek Îgne re dayiktiyê dike.
Adîle Îgne di seranserê zewacê de ji aliyê mêr ve tundiyê dibîne. Piştî hevjîn dimre bi Dîlek Îgne re dijî û têkoşîna jiyanê dide.
‘Di xaniyekî du ode de dijîn’
Adîle Îgne wiha got: “Em di kirê de ne. Ji ber li Dîlekê dinêrim 300 TL didin min. 25 sal berê bavê wê mir. 35 sal in ez lê dinêrim. Ez û ew tenê dijîn. Ji sê salî de ez lê dinêrim. Mehê 3 hezar kirê didim. Mûçeyê teqawîtbûnê digirim lê têr nake. Hevjînê min tundî li min dikir. Min jiyanek wisa jiya.”
‘Mûçe têrî me nake’
Havva Denîz jî da zanîn ku seranserê jiyana xwe têkoşîn daye û li aliyê din jî li dijî krîza aborî têdikoşe. Havva Denîz wiha dirêjî dayê: “35 sal berê ji gund hatim. 11 zarokên min çêbûn. Min bi xizanî ew mezin kirin. Em diçûn ser erdan. Her demsala em bihatana min yek dizewicand. Hevjînê min 10 sal berê mir. Mûçeyê wî yê teqawîtbûnê 9 hezar didin min. Lê ev têrî me nakin. Bûka min a biçûk ligel min e. Kurê min di firinê de dixebite. Pereyê em digirin têrî tiştekî nake.”