'Kesên pirtûkên serokatiyê dixwînin xwe ji nû ve diafirînin'

  • 09:03 10 Gulan 2025
  • Rojane
Elfazî Toral
 
STENBOL - Aysel Ozbey ya TJA’yî diyar kir ku jin eleqeyek mezin nîşanê bernameya "3’ê Gulanê Bi Jiyana Azad re Rojên Diyalogê" didin û got: “Kesên wan pirtûkan bixwînin xwe ji nû ve diafirînin, diguherînin. Bi pirtûkên serokatiyê em serokatiyê nas dikin, xwe nas dikin û rastiya xwe dibînin. Ez banga tevlibûnê li hemû kesî dikim.”
 
Bi pêşengiya  Tevgera Jinên Azad (TJA)  di çarçoveya 3’ê Gulanê "Bi Jiyana Azad re Rojên Diyalogê" hem li Eworpa hem li Kurdistan û hem jî li Tirkiyeê pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên xwendin. Hevdîtinên ku ‘azadya jinan dike mijar pêk tên. Di serî de jin kesên ku tevli bernameyên rojên xwendinê dibin eleqeyek mezin nîşan didin.
 
Aysel Ozbey ya TJA’yî der barê ‘3’ê Gulanê "Bi Jiyana Azad re Rojên Diyalogê" ya bi pêşengiya TJA’yê pêk tê de axivî.
 
Aysel Obey da zanîn ku bernameya ‘3’ê Gulanê "Bi Jiyana Azad re Rojên Diyalogê" kelecanek mezin afirandiye û got: “Tevlibûn zêde ye. Her kes felsefeya Abdullah Ocalan nasdike. Niha pêvajoyek nû hatiye destpêkirin. Divê em bibin bersiva vê pêvajoyê. Em çiqas dikarin pêşengiyê bikin em çiqas xurtin. Hewcedariya me bi fikrên gel jî hene. Vê pêvajoyê kelecanek mezin afirand. Me bi vê kelecanê ev bername pêk anîn. Me gelek mijar danî berxwe û nîqaş kir. Bi saya serokatiyê me xwe nas kir. Serokatiyê mafê me bi me da nas kirin. Me di hevdîtinan de ev girtin dest û nirxand.  Hatina gel hev hêz da me.”
 
Felsefeya Abdullah Ocalan
 
Aysel Ozbey daxuyakirin ku felsefeya Abdullah Ocalan ji bo hemû jin û gelan bûye çavkaniya îlhamê û got: “ Felsefe û pirtûkên serokatiyê, nirxandinên wî yên ji bo jinan gelek bi nirxin. Serokatiyê jiyana me rengîn kir. Kelecan û afirand. Jinan bi felsefeya serokatiyê xwe nas kir. Ji ber vê felsefeyê jin îro pêşengin. Maf, nasname û çanda xwe fêr kirin. Ji ber vê serokatî ji bom e li cihekî pir girîng cih digire. Di vî alî de ‘3’ê Gulanê Bi Jiyana Azad re Rojên Diyalogê’ gelek girîngi. Jinan xwe di pirtûkên Abdullah Ocalan de dîtin. Dema pirtûk tên xwendin lêpirsîn dikin ka çiqas azadin. Bi xwendina pirtûkan re mirov xwe lêpirsîn dikin. Em kêmasiyên xwe dibînin. Îro jinên Kurd pêşengin. Em serbiklindin. Nasnameya jinên Kurd tunebûn. Îro jin bi saya pirtûkên serokatiyê pêşengiyê dikin.”
 
Divê çawa bê jiyîn!
 
Aysel Ozbey  got ewil pirtûka Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya "Nasil Yaşamali (Divê çawa bê jiyîn)" xwendine û piştî vê bûne xwedî hişmendiyek mezin. Aysel Ozbey got bi xwendina pirtûkê re guherînek mezin di jiyana wan de pêk hatiye.
 
Eleqeyek mezin tê nîşandan
 
Aysel Ozbey wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê pirtûkên serokatiyê bên jiyîn. Divê her kes pirtûkên serokatiyê bixwîne. Bila hemû jin pirtûkên serokatiyê bixwînin. Yên pirtûkan bixwînin dikarin pêşengiyê bikin.Dikarin xwe jî civakê jî azad bikin. Ji ber vê divê her kes tevli ‘3’ê Gulanê Bi Jiyana Azad re Rojên Diyalogê’ bibin.”