Hevseroka nû ya DBP’ê: Em ê li her derê bin

  • 09:02 10 Gulan 2025
  • Rojane
Pelşîn Çetînkaya
 
AMED - Ruçem Vefa Elyakut ku di rojên borî de bi 6’emîn kongreya awarte  re hevseroka DBP’a Amedê hat hilbijartin, diyar kir ku wê ala ku dewr girtine bilindtir bikin.  Ruçem Vefa Elyakut da zanîn ku wê bi peyama "xwe rêxistin bikin, rêxistin bikin" ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xebatên xwe bidomînin.
 
Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Amedê di 27’ê Nîsanê de bi şîara "Bi civaka azad em ber bi azadiyê ve dimeşin" 6’emîn kongreya xwe ya awarte li Salona Ayaz Elegance pêk anî. Bi sedan kes tevli kongreyê bûn hevsreokên nû hatin hilbijartin. Ji bo hevserokatiyê Ruçem Vefa Elyakut û Ahmet Dogan hatin hilbijartin. Ruçem Vefa Elyakut der barê xebatên xwe de axivî.
 
Ruçem Vefa Elyakut da zanîn ku di nava siyasetê de hatiye dinê û mezin bûye û got: “Siyaset zanistek çavdêriyê ye. Ez jî bi xwendin, nivîsandin û çavdêriyê tevli pêvajoyê bûm. Wek kesek li Amedê hatim dinê di nava siyasetê de bûm. Li malbatê  li kargeriyê  di nav xwe de her tim me nîqaş dikir. Divê siyaset wek alek pêşbirkê bê dîtin. Divê ev al bê bilindkirin, xurtkirin û mayîndekirin. Di partiya me de nûneriya wekhev û hevserokatî heye. Jin bi salan tune hatine hesibandin. Bi siyaseta ku tevgera azadiya Kurd afirand, li hember tunehesibandinê têkoşîn hat dayîn. Serdestiya mêr hewl da jinan tune bike lê li dijî vê xetek jinê hat avakirin. Em jî wek Birêz Ocalan dibêjin ku divê nûneriya wekhev hebe. Bi vî awayî em dikarin li hember pergala serdest ya mêr bisekinin.”
 
'Bang bû sedema hêviyê'
 
Ruçem Vefa Elyakut destnîşan kir ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bi civakê re hêviyek nû afiriye û wiha dirêjî dayê: “Piştî banga Ocalan hêviyek nû pêk hat. Piştî vê bangê em bi dirûşma "Xwe rêxistin bikin, rêxistin bikin’ derketin rê. Di vî alî de divê em bi gel re runin biaxivin. Ji bo vê divê em bi rihê seferberiyê tevbigerin. Em dikarin çawa piştgiriyê bidin pêvajoyê bifikirin. Xebatên me wê di vî alî de bin. Divê her kes peywira xwe bîne cih.”
 
‘Ewilî civakek demokratîk..’
 
Ruçem Vefa Elyakut daxuyakirin û got ji bo civakek rast û tendurist faktora demokratîkbûnê şert e û wiha dawî lê anî: “Em bi civakek demokratîk bawer dikin. Gel êdî di vê hişmendiyê de ye. Ji ber civak di alî pêşerojê de bi fikare. Hêviya xwe winda kiriye. Ez wek kesek li Amedê dijîm dikarim bêjim ku hewl tê dayîn ahlaq bê têkbirin. Em bi civaka demokratîk, bi ciwan û jinan dikarin vê çareser bikin.”