
ROJEVA 10'Ê GULAN 2025'AN
- 09:00 10 Gulan 2025
- Rojev
* Hevseroka Komeleya Lêkolînê ya Kurdî Remziye Alparslan der barê Cejna Zimanê Kurdî de axivî û got: “Em ê bi dirûşma ‘Bila statuya Kurdî pêk bê, bibe zimanê perwerdehiyê" hîn xurtir daxwazên xwe bînin ziman. Hêviya me ev e ku Kurd bi nasname û zimanê xwe jiyana xwe bidomînin.” BI DÎMEN
* Aysel Ozbey ya TJA’yî diyar kir ku jin eleqeyek mezin nîşanê bernameya "3’ê Gulanê Bi Jiyana Azad re Rojên Diyalogê" didin û got: “Kesên wan pirtûkan bixwînin xwe ji nû ve diafirînin, diguherînin. Bi pirtûkên serokatiyê em serokatiyê nas dikin, xwe nas dikin û rastiya xwe dibînin. Ez banga tevlibûnê li hemû kesî dikim.” DÎMEN HEYE
*Ruçem Vefa Elyakut ku di rojên borî de bi 6’emîn kongreya awarte re hevseroka DBP’a Amedê hat hilbijartin, diyar kir ku wê ala ku dewr girtine bilindtir bikin. Ruçem Vefa Elyakut da zanîn ku wê bi peyama "xwe rêxistin bikin, rêxistin bikin" ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xebatên xwe bidomînin. DÎMEN HEYE
* Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Parêzer Eren Keskîn, têkildarî daxuyaniya PKK'ê ya têkildarî lidarxistina Kongreya 12'yemîn nirxand û diyar kir ku ev daxuyanî nayê wateya bidawîbûna tevgera siyasî ya Kurd û got: "Ji niha û pê ve divê dewlet jî ji bo vê hawîrdora aram erka xwe pêk bîne." BI DÎMEN