Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê raqîbê xwe têk bir
- 18:10 12 Mijdar 2023
 - Tenduristî/Werzîş
 
	AMED - Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê di sehaya xwe de Ataşehîr Belediyespor 2 û 1 têk bir. 
	Di hefteya 10'emîn a Lîga Super a Futbolê ya Jinan a TFF'ê de Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê li seha xwe li gel Tîma Futbolê ya Jinan a Ataşehîr Belediyesporê hatin hemberî hev. Maç li Tesîsa Sporê ya Şaredariya Amedê ku li Semta Seyrantepeya Amedê ye pêk hat. Tîma Jinan a Amedsporê bi golên Bûket Karadag û Dîanayê Ataşehîr Belediyespor 2 û 1 têk bir û di sehaya xwe de 3 pûan wergirtin.
				
				
				
				
				
				





