Semra Guzel a hat tahliyekirin: Dê têkoşîn bidome
- 21:11 3 Mijdar 2025
 - Rojane
 
	KOCAELÎ -  Parlamentera berê ya HDP'ê ya Amedê Semra Guzel ku ji Girtîgeha Jinan a Kandirayê hate berdan, destnîşan kir ku têkoşîna jinan her tim serketî bûye û got, "Jin her tim têkoşer û xebatkarên  pêvajoyê bûne. Ev têkoşîn wê di wê astê de bidome."
	Parlamentera berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê, Semra Guzel, ku di çarçoveya dozek di sala 2017’an de li dijî wê hatibû vekirin, parêzbendiya wê hatibû rakirin û di 3’yê Îlona 2022’an de hatibû girtin, di rûniştina dawî ya îro de bi şertê kontrola edlî hate berdan. Semra Guzel, ku ji Girtîgeha Jinan a Kandirayê hate berdan, ji aliyê hevalên xwe, Tevgera Jinên Azad (TJA), aktîvîsta TJA Sebahat Tuncel, Komeleya Alîkarî û Hevgirtina Malbatên Girtiyan û Hukumxaran a Marmarayê (MATUHAY-DER), Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Pasrti) û rêxistina bajarê Stenbolê ya  DEM Partiyêr û gelek welatiyan ve bi kulîlk û dirûşmeyan hate pêşwazîkirin.
	Semra Guzel piştî serbestberdana xwe li ber Girtîgeha Jinan a Kandirayê axivî û tekez kir ku her çend wê azadiya fîzîkî bi dest xistibe jî dema ku girtiyên siyasî hîn jî di girtîgehê de ne, axaftina min zahmet e.  Semra Guzel got, "Heta ku hevalên me azad nebin, em nikarin xwe azad bibînin. Em nikarin wê hestê biceribînin."
	‘Ez ê li derve têkoşînê bidomînim’
	Sermra Güzel diyar kir ku ew bawer dikin ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk pêvajoyek erênî bûye û got, "Hemû hevalên min li pişt pêvajoyê ne û ew her gav vê yekê dibêjin. Em bawer dikin ku bi vê pêvajoyê re girtîgeh dê werin valakirin. Di civakê de jî bendewariyek wisa heye. Valakirina girtîgehan beşek girîng a pêvajoyê ye. Em ê ji bo vê yekê têbikoşin. Ez ê li derve têkoşînê bidomînim. Ev têkoşîn dê ji bo me hemûyan berdewam bike heta ku hemû hevalên min azad bibin."
	‘Têkoşîna jinan ji bo azadiyê berdewam dike’
	Semra Güzel axaftina xwe wiha domand: "Ji bo me jinan, têkoşîna azadiyê berdewam dike. Me azadiya fîzîkî bi dest xistiye, lê em nikarin xwe azad hîs bikin, her çend em li derve bin jî. Armancek me heye: têkoşîna ji bo azadiyê û ez bawer dikim ku ew ê bi ser bikeve. Têkoşînên jinan her gav serketî bûye. Jin her gav  xebatkarên pêvajoyê bûne. Di wê astê de, ev têkoşîn dê berdewam bike."
				
				
				
				
				
				





