'Çima kurê min ê cezayê wî qediyaye bernadin'
- 09:02 4 Mijdar 2025
 - Rojane
 
	Evin Çiftçi
	RIHA - Dayika girtiyê ji sedî 94 astengdar Emîn Guler, Emîne Guler bertek nîşanî taloqkirina înfaza lawê xwe da û got, "Çima di vê pêvajoyê de kurê min ku cezayê wî qediyaye, bernadin?" 
	Hevdîtinên ku ji hêla Komeleya Hiqûqnasên Azadiyê (OHD) ve li Girtîgeha Girtî ya Tîpa R a Xerpêtê hatine kirin, eşkere kirin ku qedexeya îşkence û muameleya xerab a li dijî girtiyên nexweş di girtîgehan de tê binpêkirin û înfazên girtiyan bi hincetên kêfî tên taloqkirin. Banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a "Aştî û Civaka Demokratîk" a di 27'ê Sibatê re bala her kesî çû ser rewşa girtiyan, lê neavêtina gavên berbiçav ji hêla dewletê ve dibe sedema nerazîbûnê.
	Di vê pêvajoyê de, dayika Emîn Guler, Emîne Guler ku tevî  cezayê kurê wê yê neh salan temam bûye înfaza wî hatiye talokqkirin ji JINNEWS'ê re axivî.
	'Kurê min hema bêje mirî ye'
	Emîne Guler, diyar kir ku kurê wê 9 sal in di girtîgehê de ye tevî ku rêjeya astengdariya wî  ji sedî 94 e û li hember taloqkirina înfaza  wî bi van gotinan bertek nîşan da: "Kurê min neh sal in di girtîgehê de felç e. Dema ku ew çû ser sînor bombe pêde teqiya. Piştre ew birin girtîgehê. Ji mîgrenê dikişîne û bandor li çavên wî kiriye. Neh sal ceza girt û cezayê xwe kişand. Kurê min ji min pir dûr e; ez nikarim serdana wî jî bikim. Çima înfaza kurê min taloq dikin? Ez 9 sale min tenê karibû carekê serdana wî bikim. Ez pîr û nexweş im û ez nikarim li dû wî biçim. Ez pir bêriya kurê xwe dikim. Pêdivî ye ku ew hinekî wijdan û dilovaniyê nîşan bidin. Kurê min felç bûye û nikare tiştekiî bike. Kurê min ji sedî 94 astengdar e, ez jî nexweş im û ez nikarim biçim serdanê. Em nikarin hev bibînin. Bes e ji van pêkanînan! Nexweşiya wî bi hatina zivistanê re girantir dibe. Kurê min jixwe bombe pêde teqiyaye û hema hema mirî ye." 
	'Ew dibêjin aştî lê tu tiştî nakin'
	Emîne Guler, di berdewamiyê de ev tişt got,"Li aliyekî bahsa aştiyêdikin li aliyê din jî tu tiştî nakin. Bila dewlet tedbîrên berbiçav bigire. Dema ku kurê min nexweş dikeve nikarim li dû wî biçim. Ger kurê  min azad be, ez ê wî bim her derê ku bas bibe. Kurê min ji dest û ligekî xwe astengdar e . Tevî vê yekê, ew bi lingên xwe kincê xwe dişo. Kurê min nikare avê jî vexwe. Divê ew kurê min berdin. Ew her tim dibêjin 'aştî' û lê yên di girtîgehan de bernadin. Divê rast gavê biavêjin.  Kurê min felc bûye û nikare tiştekî bike. Çima vê dikin? Em nikarin hev bibînin. Bes e ji van pêkanînan! Ez nikarim biçim serdana Emîn. Bila wî berdin."

				
				
				
				
				





