Ji Platforma Jinan a Rihayê starta çalakiyên 25'ê Mijdarê

  • 13:59 12 Mijdar 2026
  • Rojane
RIHA - Platforma Jinan a Rihayê ku starta çalakiyên xwe yêmn 25'ê Mijdarê da, ragihand ku di 21 mehên borî de li 260 jinan tundî hatiye kirin û wiha hat gotin: "Em ê piştevaniya jinan berfireh bikin û ji bo avakirina civakeke ji tundiyê dûr bixebitin; em ê di vê xebatê de pişta xwe bidin hêz û vîna xwe."
 
Platforma Jinan a Rihayê, beriya 25'ê Mijdarê  Roja Navneteweyî ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan, starta çalakiyên xwe yên ku wê li dar bixin da. Gelek jin beşdarî daxuyaniya ku li pêşiya Navenda Dan û Standinê ya Novada, li navçeya Haliliyeyê hat dayîn, bûn. Di dema çalakiyê de, jinan gelek caran dirûşmên "Jin, jiyan, azadî" û "Em ê bêdeng nemînin, em ê netirsin, em ê serî netewînin" berz kirin.
 
Li ser navê platformê Fîrdefs ACAR daxuyanî xwend.
 
Firdevs Acar destnîşan kir ku bûyerên berdewam ên tundiya li dijî jin û zarokan li dijî ruhê "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" in û ev bang kir: “Aştî tenê dema ku hemû beşên civakê di ewlehî û xweşiyê de bijîn dikare pêk were. Bi bêbandorkirina jinan, kûrkirina polîtîkayên serdestiya mêr û rewakirina tundiyê, bidestxistina aştiya civakî ne pêkan e. Tundî ne di xweza mirov de ye û ne jî tiştekî xwezayî ye; pêşîlêgirtin û rawestandina wê mimkun e. Di vê 25'ê Mijdarê de, em radigihînin ku em ê li hemberî sîstema serdestiya mêr û tundiya mêran, di mal, cihên kar û kolanan de, bi awayekî xurtir xwe birêxistin bikin. Yên ku jiyanê diafirînin em in; ew keda me jinan e ku jiyanê didomîne. Em ê piştevaniya jinan berfireh bikin û bi pitevaniyê  bi hêz û îradeya xwe, ji bo avakirina civakeke ji tundiyê dûr bixebitin. Banga me ji bo hemû jinan e: Werin em bi hev re xwe birêxistin bikin û bi awayekî kolektîf, aştiyeke mayinde û jiyaneke azad û wekhev ava bikin.”
 
Daxuyanî bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.