Ji bo girtiya nexweş Evîn Zapsu banga berdanê hate kirin

  • 11:02 3 Mijdar 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Guman heye ku nexweşiya penceşêrê bi girtiya nexweş Evîn Zapsu re hebe. Xizma wê Maviş Aka diyar kir ku rewşa tenduristiyê ya Evîn Zapsu xirab dibe û got, sewqên ji bo nexweşxaneyê pir dereng tên kirin.
 
Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê herî kêm hezar û 412 girtiyên nexweş hene. Ji vana 335 bi nexweşiya giran in, 230 jî nikarin bi tena serê xwe jiyana xwe bidomînin, pêdiviya 105 kesan jî timî bi destekê heye û divê 188 jî di bin çavdêriya tibî ya birêkûpêk de bên girtin. Ji bo girtiyên ku derfetê wan ê xwegihandina tedawiya bi tendurist nîne, daxwazên tehliye û sewqên ji bo nexweşxaneyê tên redkirin.
 
Guman heye ku nexweşiya penceşêrê bi girtiya nexweş Evîn Zapsu ya 48 salî re hebe. Xizma wê Mavîş Aka ji bo Zapsu ya ku nexweşiyên kronîk pê re heye, banga tehliyeyê kir û got, “Divê bi rengekî tendurist were tedawîkirin.”
 
Evîn Zapsu sala 2016’an li Mêrsînê hate binçavkirin û piştre bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” hate girtin û 15 sal cezayê hepsê lê hate birîn. Nexweşiya cigera spî ya kronîk obstruktîf (KOAH) pê re heye. Ji xeynî vê pirsgirêkên din jî yên tenduristiyê hene. Evîn Zapsu ji ber êşên nexweşiyê hefteya borî li nexweşxaneyê tedawî dît. Piştî testên hatine kirin, guman çêbû ku nexweşiya penceşêrê pê re hebe.
 
Evîn Zapsu ya li Girtîgeha Girtî ya Bunyan a Kayseriyê, herî dawî dema bi telefonê bi malbata xwe re axivî, diyar kir ku êşên wê zêdetir bûne û lewma nikare pêdiviyên xwe yên rojane pêşwazî bike.
 
Xizma Evîn Zapsu, Mavîş Aka diyar kir ku tevî pirsgirêkên tenduristiyê jî sewqên wê yên ji bo nexweşxaneyê pir dereng tên kirin û binpêkirinên mafan ên cidî diqewimin. Aka bang kir ku girtiya nexweş were berdan.
 
Mavîş Aka têkildarî rewşa tenduristiya Evîn Zapsu agahî dan û diyar kir ku bijîjk li ser îhtîmala penceşêrê disekinin û li benda encama biyopsiyê ne.
 
Mavîş Aka bilêv kir ku ew ji ber rewşa tenduristiyê ya Evîn Zapsu bi fikar in û destnîşan kir ku divê hemû girtiyên nexweş ji mafê tenduristiyê sûd werbigirin.