Dayikan li meclisê bi Koma Yenî Partiyê re hevdîtin kirin
- 11:40 3 Mijdar 2026
- Rojane
ENQERE – Dayikên Aştiyê ku bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û avetina gavên şênber ji bo pêvajoyê hatine Enqereyê, piştî nobedê derbasî meclisê bûn. Heyetek ji Dayikên Aştiyê di çarçoveya bernameya serdanên partiyên siyasî de serdana Koma Yenî Partiyê kirin.
Meclisa Dayikên Aştiyê, bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk gavên şênber werin avêtin hatibûn Enqereyê piştî nobedê derbasî meclise bûn. Dayikên Aştiyê dê li meclise tevli komcivîna DEM Partiyê bibin û heyetek ji Dayikên Aştiyê jî serdana partiyên siyasî dikin. Serdana Heyeta Dayikên Aştiyê ya bi Koma Yenî Partiyê re destpêkir.
Heyeta Dayikên Aştiyê ser navê Koma Yenî Partiyê, bi Serokwekîlê komê Alî Mahîr Başarir re hevdîtinê pêk anî. Piştî Yenî Partiyê Dayik dê di seat 12:00 an de jî ser navê Koma Yenî Yolê bi Serokwekîlê komê Mehmet Emîn Ekmen re hevdîtinê pêk bînin. Heyeta Dayikên Aştiyê dê di seat 14:00an de jî ser navê Koma MHPê bi Serokwekîla komê Fîlîz Kiliç re, hevdîtinê bike û di seat 15:00an de bi ser navê Koma AKPê bi Serokwekîlê komê Abdullah Guler re hevdîtinê bike. Heyeta Dayikên Aştiyê dê di seat 16:00an de jî bi ser navê Koma CHPê bi Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu û Serokwekîla komê Sevda Erdan Kiliç re hevdîtinê bike.







