Girtiyên siyasî: Em ferzkirina poşmantiyê qebûl nakin
- 09:15 24 Cotmeh 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiyên siyasî, bi daxuyaniyeke nivîskî nerazîbûn nîşanî ferzkirinên poşmantiyê û astengkirina tehliyeyan dan. Di daxuyaniyê de azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tehliyeya girtiyên nexweş hat xwestin.
Li ser navê girtiyên siyasî Denîz Kaya, têkildarê ferzkirinên poşmantiyê û astengkirina tehliyeyan de daxuyaniyeke nivîskî da.
Daxuyanî bi vî rengî ye:
“Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk deriyê qonaxeke nû vekiriye ku hêviya jiyaneke azad, wekhev û demokratîk a gelên me mezin kiriye. Ji bo pêşketina vê pêvajoyê, bidawîbûna şer û çareseriya siyasî ya demokratîk Rêber Apo gav avêtin û îrade raber kir. Meseleyên bingehîn ên çareseriya demokratîk di nav sînorên polîtîkayên ewlekariyê de girtin, taloqkirina sererastkirinên qanûnî û derengxistina pêvajoyê, îradeya çareseriyê teng dike. Ev ziman pêşiya çareseriyê venake û xeteriya kûrkirina tengasiyê hildigire. Eşkere ye ku aştî tenê bi gotinan na, bi gavên şênber, berpirsyariya beramber û nêzîkatiyeke li ser esasê veguherîna demokratîk dikare ava bibe. Eger dema nû bi rastî jî bibe destpêka veguherîneke demokratîk, pîvana vê ne jinûve nasandina polîtîkayên ewlekariyê ye. Dewlet divê îradeya xweguhertinê ya di aliyê demokratîkbûnê de, bi gava pratîk a şênber nîşan bide.
Îro dewlet û desthilatdarî pêvajoyê ji demê re dihêle û gavên şênber bi hincetên cur be cur taloq dike, ev nêzîkatî ne li gorî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e. Bi taybetî binpêkirinên mafan ên li zindanan, bê navber taloqkirina tehliyeyan, rewşa girtiyên siyasî bêçareserî hiştin û bi biryarên Desteya Îdare û Çavdêriyê poşmantî li girtiyan ferzkirin, yek ji mînakên herî şênber a vê nêzîkatiyê ye.
Em polîtîkayên poşmaniyê red dikin
Tevî ku dema înfaza qanûnî tejî kirine jî tehliyeya hevalên me tê astengkirin û rewşa wan bi rengekî kêfî tê nirxandin û girêdayî şert û mercên siyasî tê kirin, ev yek nayê qebûlkirin. Şûna ewlekariyên hiqûqî nirxandinên subjektîf digire, mafên girtiyan bi rêya mekanîzmayên îdarî tê sînordarkirin û tehliyeya wan taloqî pêşerojeke nediyar tê kirin, ev yek di warê pîvanên edalet û hiqûqî de pirsgirêkên cidî diafirîne. Divê rewşa girtiyên nexweş û hemû hevrêyên me yên ku tehliyeya wan tê taloqkirin, li ser esasê pîvanên hiqûqî û mafên mirovan were nirxandin. Weke endamên Tevgera Apoyî yên li zindanan em bi eşkere îfade dikin ku em vê nêzîkatiya ku dixwaze îradeya me teslîm bigire, qebûl nakin. Em polîtîkayên poşmantiyê yên ku bi rêya Desteyên Îdare û Çavdêriyê tên ferzkirin û kiryarên ku dixwazin me ji fikrên me dûr bikin, red dikin. Ji bo me azadî ne mafeke ku li gorî erêkirina desteyekê, ferzkirina poşmantiyê yan jî li gorî bendewariyên desthilatdariya siyasî were diyarkirin. Azadî parçeyekî xurt ê rûmeta mirov, jiyana demokratîk û mafên esas ên mirovan e.
Dîroka me ya têkoşînê, dîroka berxwedana li dijî teslîmiyetê û îradeya azadiyê ya li dijî polîtîkayên înkar û îmhayê ye. Tecrûbeya me ya têkoşîna 50 salî nûneriya kevneşopiya berxwedaneke bi berdêlên mezin hatî raberkirin û lêgerîna azadiyê ya gelê me dike. Ev dîrok, dîroka berxwedana rêxistinî, îdeolojîk û polîtîk jî ye ku li zindanan di bin şert û mercên herî giran de hatiye domandin. Di şert û mercên tarî yên faşîzma 12’yê Îlonê de, bi taybetî berxwedana li Zindana Amedê weke sekneke dîrokî ya li dijî înkarkirin, çewisandina nasname û îradeya gelê Kurd tê bîranîn. Ev kevneşopiya berxwedanê ya li zindanan hatî raberkirin, nîşan daye ku zext û zordarî nikare îradeya mirov teslîm bigire.
Azadiya Rêberê me nayê taloqkirin
Tevî êşkenceyên giran, sepanên tecrîdê, binpêkirina mafan û her cure mekanîzmayên zextê jî, zindî hiştina ramana azadiyê, îro jî yek ji xalên bingehîn ên têkoşîna me ye. Em wekî berdewamê vê mîrateya dîrokî, dizanin ku ti mekanîzmaya zextê nikare ramanên me û îdîaya me ya azadiyê ji holê rake.
Mîna berê, îro jî li hemberî her cure nêzîkatiyên ku teslîmgirtina vîna me armanc dikin, em sekna xwe ya biryardar diparêzin. Kevneşopiya berxwedana zindanan a ku di ti demê de serî ji polîtîkayên zext û teslîmiyetê re netewandiye, ji niha û şûn ve jî di biryardariya berdewamkirina têkoşîna azadî û jiyana birûmet de ye. Ev biryardarî ne sekneke takekesî ye; nîşaneya berpirsyariya me ya beramberî bîra gelê me, dîroka têkoşînê û siberoja demokratîk e.
Azadiya Rêberê me, yek ji mijarên bingehîn ên Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e ku nayê taloqkirin. Çareseriya meseleya Kurd a bi rêyên demokratîk û avakirina aştiyeke mayînde, bi avakirina mercên jiyan û xebata azad a Serok Apo re pêkan e. Bi rakirina astengiyên li ber xwe îfadekirina azad a ramanên wî û rola wî ya çalak di pêvajoyê de pêkan e. Ne avakirina azadiya fizîkî û mercên jiyana azad a Rêberê me û nenaskirina statuya wî ya siyasî û hiqûqî, bi bendewariyên çareseriya demokratîk re nakokî çêdike.
Ji bo pêşveçûna Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, divê di bingeha azadî, demokrasî û hiqûqê de gavên şênber werin avêtin. Divê mercên azadiyê yên Rêberê me werin avakirin, binpêkirinên di zindanan de werin bi dawî kirin, girtiyên nexweş di zûtirin dem de werin berdan û ji bo girtiyên ku bi rengekî keyfî azadiya wan tên astengkirin gavên şênber bên avêtin.
Çareserî bi hewldanên yekalî birêve naçe
Em diyar dikin ku, aştî û çareserî bi hewldanên yekalî birêve naçe. Divê dewlet jî berpirsyariyê bigire ser milên xwe û astengiyên hiqûqî û siyasî ji holê rake. Aştî û çareserî di zemînekî ku aliyek her dem gavê diavêje û aliyê din jî pêvajoyê taloq dike de, pêşve naçe û mayînde nabe. Çareseriya demokratîk pêwîstî bi berpirsyariya dualî û vîna şênber dibîne.
Wekî berxwedêrên zindanan, em ê li her dera ku lê ne parastina ramanên xwe, nasnameya xwe û vîna xwe ya azadiyê dewam bikin. Bi hêza ku em ji dîroka têkoşîna xwe digirin, em ê xwedî li hesreta azadî û demokrasiyê ya gelê xwe derkevin. Em ê li hemberî polîtîkayên zext, tecrîd, gef û şikandina vînê sekna xwe biparêzin û ji bo pêşketina aştî, çareseriya demokratîk û jiyana azad em ê dengê xwe bilindtir bikin.
Banga me ji bo gelê me û raya giştî ye: Ji bo ku aştî di gotinê de nemîne, çareseriya demokratîk bibe veguherîneke rastîn a civakî û bêhiqûqî bi dawî bibin, divê gavên şênber werin avêtin. Divê binpêkirina mafan a di zindanan de bêne çareserkirin, azadiya girtiyên nexweş bê misogerkirin, berdan bi sepanên keyfî neyên astengkirin û bi avakirina mercên jiyan û xebata azad a Rêberê me re azadiya wî ya fizîkî bê misogerkirin.
Em wekî berdewamên dîroka têkoşînê ya nîv sedsalî û kevneşopiya berxwedana zindanan, di daxwaza xwe ya azadî û demokrasiyê de bi israr in. Em careke din diyar dikin ku vîna me nikare bê teslîmgirtin, ramanên me bi zextê nikarin ji holê werin rakirin û kevneşopiya me ya berxwedanê nikare bê jibîrkirin.
Em ne ferzkirinên poşmaniyê, ne polîtîkayên şikandina vînê û ne jî taloqkirina azadiyê qebûl nakin. Ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê me û siberoja demokratîk a gelên me, em ê têkoşîna xwe dewam bikin. Bi hêza ku em ji kevneşopiya berxwedana zindanan digirin; em ê daxwaza xwe ya azadî, demokrasî û aştiya birûmet bi avakirina civaka demokratîk re mezintir bikin.”







