‘Heta tecrîd bidome encamek erênî wê ji hevdîtinan neyê girtin’
- 09:10 24 Cotmeh 2026
- Rojane
MANÎSA - Jinan diyar kirin ku ji bo pêşketina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, divê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê rakirin û gavên şênber bên avêtin.
Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya di 27’ê Sibata 2025’an de kir hat destpêkirin 20 meh e didome. Di çarçoveya pêvajoyê de Tevgera Azadiya Kurd çek çewistandin û biryara vekişandinê girtin. Rola muzakere û kordînatorî ya ku Abdullah Ocalan dI vê pêvajoyê de girt ser xwe jî neketiye bin ewlehiya qanûnî. Ji bo pêşketina pêvajoyê banga avêtina gavên şênber tên kirin û tê daxwazkirin ku çareseriya pirsgirêka Kurd û jiyanek azad wekhev bikeve bin ewlehiyê.
Li Manîsayê jinan der barê pêvajoyê de daxwazên xwe anîn ziman û diyar kirin ku divê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê rakirin.
‘Tevî her tiştî em dibêjin aştî’
Munevver Ozsoy da zanîn ku ew pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dişopîne û got bi pêvajoyê re hêviya wan ya ku girtiyên siyasî bên berdan ava bûye. Munevver Ozsoy wiha got: “Ji bo pêvajo baş bimeşe divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî bi gel re bên cem hev.Em bawer dikin ku siaset wê deriyê çareseriê vebike. Li Kurdistanê axa ku xwîn lê nerêjiyaye nemaye. Mînak birayê min gorek wî tuneye. Dayika min bi vê şêş jiyana xwe ji dest da. Di 1993’an de dewletê gavê min qetil kir. Tevî evqas êş em hîna jî dibêjin aştî. Divê dewlet nirxa vê bizanibe. Em tiştekî xerab naxwazin. Em aştiyê dixwazin. Bila tecrîda li ser serok rabe.”
‘Bila tu dayik êşê nekşînin’
Necla Korkmaz jî diyar kir ku diz, kujer û firoşkarên hişbirê li derve digerin û li aliyê din jî mirov ji ber fikr û nêrîna xwe tên girtin. Necla Korkmaz ev tişt anî ziman: “Ziman, nasname û çanda me hat qedexekirin. Ev cîhan têrî me hemûyan dike. Goran texrîb dikin. Bila ev şerê dijmirovî bidawî be. Em her tiştî baş dizanin. Pêvajo di alî me de didome. Lê dewlet wekê ku pêvajo tuneye tevdigere. Hewl didin me bixapînin lê xwe dixapînin. Heta ku serok di bin tecrîdê de be hevdîtinên aştiyê jî nikare encamek baş bidin.”
‘Em dixwazin serokê xwe bibînin’
Mihbet Esen jî ev tişt vegot: “Abdullah Ocalan 27 sal e girtî ye. Her roj ji bo gelê Kurd kedê dide. Gelê Kurd bi saya serok û gerîlayan hatin dîtin. Ji bo serkeftinê divê em bibin yek. Wekê din çare nîne. Hemû Kurdan nisîbê xwe girtine. Em jin di rêya ku serokê me vekiriye de dimeşin. Divê tecrîda li ser serokê me bidawî be.”
Halîme Kaban jî anî ziman ku dewlet di mijara avêtina gavan de pir hêdî ye û wiha vegot: “Tecrîda li ser serok didome. Sibê dibe ku dereng be, divê gav bên avêtin. Divê demildest şert û mercên ku serok bi me re bê gel hev, bên avakirin.”







