Nivîskar Sûzan Samanci hate binçavkirin
- 09:22 23 Îlon 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Nivîskara Kurd Sûzan Samanci ku 18 sal in li Swîsreyê dimîne, di vegera Tirkiyeyê de li Balafirgeha Stenbolê hate binçavkirin. Nivîskar bi şertê kontrola edlî û qedexeya derketina derveyî welat hate berdan.
Nivîskar, helbestvan û çîroknivîsa Kurd Sûzan Samanci ku 18 sal in li Swîsreyê dimîne, di vegera Tirkiyeyê de li Balafirgeha Stenbolê hate binçavkirin.
Sûzan Samanci piştî îfadeyê ji aliyê dozgeriyê ve radestî dadgeriya ceza ya sûlhê hate kirin. Samanci bi rêya SEGBÎS'ê ji Dadgeriya Ceza ya Sûlhê ya li Amedê re axivî û bi şertê kontrola edlî û qedexeya derketina derveyî welat hate berdan.
Parêzer Eren Keskî li ser hesabê xwe yê X'ê binçavkirina Sûzan Samanci ragihand û anî ziman ku Sûzan Samanci bi îdîaya "propagandaya rêxistinê" hate binçavkirin.







