'Perwerdeya bi Kurdî mafekî rewa ye'
- 12:44 17 Îlon 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temirê da zanîn ku perwerdeya bi zimanê kurdî mafekî sereke yê gelê Kurd e û beşeke nasname, çand û bîra wî ya dîrokî ye, ew tu carî rê nadin ku zimanê kurdî bê paşguhkirin.
Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temirê têkildarî biryara Wezareta Perwerde û Fêrkirinê ya dayîna tenê 3 saetan ji bo zimanê kurdî, bi beşdariya zarokên şehîdan, endamên meclisê, saziyên civakî û nûnerên partiyên siyasî li pêşiya avahiya xwe daxuyaniyek da.
Daxuyanî bi zimanê kurdî ji hêla endama meclisê Lînda Yûnis û bi zimanê kurdî ji aliyê endama rêveberiya meclisê Sena Hemûd ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ziman beşeke sereke ya nasname, çand û bîra dîrokê ye, parastina zimanê kurdî û pêşxistina wê di warên pererde, çand û rêveberiyaê de, mafê Kurdan ên çandî û zimanî misoger dike, bi parastinê berpirsyartiya li hemberî nifşên nû û dilsoziya bi keda şehîdan re pêk tê.
Meclisa Jinan daxwaz ji saziyên perwerde û çandê kir ku ji bo beşdariya zimanê kurdî di jiyana rojane û di saziyan de xebatên xwe zêde bikin, bang li rêxistinên navneteweyî yên mafê mirovan kir piştgiriya mafê çandî û zimanî yê gelê Kurd bikin, zimanê kurdî bi awayeke fermî û qanûnî tesbît bikin.
Di daxuyaniyê de bang li malbatên şehîdan û gelê Kurd hat kirin ku zimanê kurdî di malan, dibistan û qadên giştî de zindî bikin û destnîşan kirin ku ew tu carî paşguhkirina zimanê kurdî qebûl nakin.







