'Ji bo aştiyê hewce bi gotina jinan, heqîqet û edaletê heye'
- 09:02 2 Îlon 2026
- Rojane
STENBOL- Ji Însiyatîfa Jinan a Hewcedariya Min bi Aştiyê Heye Işil Kurt da zanîn ku rola jinan a di pêvajoya şatiyê de tenê bi nûneriya di lijneyan de nikare bê sînorkirin û ji bo aştiyê divê jin tevli pêvajoyên biryargirtinê bibin, divê mekanîzmayên hiqûqê pêk bên û heqîqet derkeve holê.
Di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de ‘Qanûna Der Barê Xurtkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekparebûna Civakî’ di rojanmeya fermî de hat weşandin û ket meriyetê.Di 24’ê Tebaxê de civîna Lijneya Nirxandin û Şopandinê pêk hat. Piştî vê hat diyarkirin ku di bin banê lijneyê de 4 bin komîsyon hatin avakirin û der bar naverokê de agahî nehat dayîn.
Ji Însiyatîfa Jinan a Hewcedariya Min bi Aştiyê Heye Işil Kurt der barê mijarê de nirxandin kir.
‘Nûneriya jinan kême lê ev nayê wateya ku rolê nagirin’
Işil Kurt da zanîn ku nûnreiya jinan a di qada siyasetê de ne di asta têr de ye lê rewşa heyî nayê wateya ku jin di pêvajoya aştiyê de rolê nagirin. Işil Kurt ev tişt anî ziman: “Divê pêşiya ku jin di komîsyon û lijneyan de cih bigirin bê vekirin. Ji ber ku nûneriya wekhev têr nîne, ev nayê wateya ku ji jinan re qad neyê vekirin.Berovajî vê divê qad bên vekirin. Qad meclîse. Em nûneriya jinan a ji 5’an yekê nabîne jî dibînin. Heta pirsgirêka sedsalî neyê çareserkirin, nûneriya jinê jî di carekê de di qada siyasetê de wekhev nabe.”
‘Li kolanan jin di eniya pêş de bûn’
Işil Kurt bi lêv kir ku jinan heta niha ne tenê di têkoşîna jian de di qadên cuda yên têkoşîna civakî de jî însiyatîf girtine û wiha domand: “Ji têkoşîna karkeran bigirin heta têkoşîna demokrasî û têkoşîna li dijî qeyûman, jinan li kolanan di eniya pêş de cih girtin. Ji ber jina heta niha her tim însiyatîf girt. Di hemû qadên têkoşînê de jinan cihê xwe di herî pêş de girtin.”
‘Pêşiya têkoşîna siyasî vedibe’
Işil Kurt daxuyakirin ku pêvajoyê pêşiya têkoşîna siyasî vekiriye û ev nirxandin kir: “Em jin û tevgerên din yên civakî, wek muxalefeta civakî dema tiştekî dikin, faliyetek rêxistinkirî an jî çalakiyê dikin bi rîska binçavkirinê re tên rû hev. Her xebat, faliyet û çalakî bi propaganda û sûcên rêxistinî dihat pênaeskirin. Azadiya girtiyên siyasî, azadiya jinên girtî wê qada têkoşîna jinan berfireh bike. Ji bo ev rîsk ji holê rabe divê mekanîzmayên nû bên avakirin.”
‘Dikare mekanîzmayên aştî, hiqûqiyê bên avakirin’
Işil Kurt wiha berdewam kir: “Aştî tenê bi bidawîbûna pevçûnan nikare bê nirxandin. Di van rojên em aştiyê diaxivin de, em cezayên girtîgehê yên bi salan hatine dayîn diaxivin. Aştî ava dibe lê hîna girtiyên siyasî hene, biryarên DDB û DMME’yê pêk nayên. Jineke ji bo Rojava keziyên xwe dihûne û ji karê xwe dibe. Pêvajoyek wisa heye. Divê mekanîzmayên hiqûqî pêk bên. Bêguman qanûna çarçoveyî gavek ewile lê her tiştî nahewîne”
‘Mirinên bi guman yên jinan mijara aştiyê ne’
Işil Kurt diyar kir ku kuştin û mirinên bi guman ên jinan ên li Kurdistanê ji pêvajoya aştiyê serbixwe nikare bê fikirîn û wiha berdewam kir: “Bi taybet jî mînakên wek Rojîn Kabaîş û Gulîstan doku. Divê demildest ev bûyer bên ronîkirin, heqîqet derkeve holê, sûcdar bên darizandin. Bi mekanîzmayên pêwist divê gumanbar li ber hiqûqê hesab bidin û bi vê wê aştiya rastî jî bê avakirin.”
‘Divê butçeya şer ji jinan re bê veqetandin’
Işil Kurt destnîşan kir ku yên ku herî zêde ji şer bandor dibin jin in û ev nirxandin kir: “Tevlibûna jinan a pêvajoyê tenê bi kursiyên di komîsyonê de nayê pîvan.Ji bilî vê butçeya ji şer re tê vqetandin tu car ji bo parastina jinan nayê xerckirin. Divê butçeya ji şer re tê veqetandin ji jinan re bê veqetandin.Jin bi taybet li malên xwe ji aliyê mêran ve tên qetilkirin. Yek ji sedema vê aboriye. Jin nikarin biryara xwe bidin, li ser piyên xwe bisekinin. Dema pirsgirêka xizaniyê çareser bibe kêm be jî wê pêşketinên erênî hebin.”
‘Ev destpêke, hêviya min heye’
Işil Kurt di dawiya axaftinê de daxuyakirin ku pisgirêkên ku jin, LGBTÎ û aliyên cuda yên civakî dijîn ji hev cuda nayên nirxandin û got: “Derxistina Qanûna Çarçoveyî destpêka têkoşîna demdirêj e. Di rolên ku em digirin de bêguman wê kêmasî hebin lê ez bi hêvî me. Yên herî zêde însiyatîfê digirin jinin. Jinan di çalakiyên 8’ê Adar û 25’ê Mijdarê de rojeva aştiyê her tim derxistin pêş.Dema hevdîtinên li meclîsê tênkirin dîsa wê jin di eniya herî pêş de bin. Hêviya min ji ber vê her tim heye ku wê pêvajo pêş bikeve.”







