Serbestberdana Gulşen Adet cara 6’emîn hat taloqkirin

  • 19:07 31 Tebax 2026
  • Rojane
ENQERE -  Serbestberdana Gulşen Adet a ku ev 32 sal in li Girtîgeha Jinan a Sincanê girtî ye, cara 6’emîn hat paşxistin.
 
Serbestberdana Gulşen Adet, ku ev 32 sal in li Girtîgeha Jinan a Sincanê tê ragirtin, ji aliyê Lijneya Îdarî û Çavdêriyê ve cara 6’emîn hat paşxistin. Serbestberdana wê, ku ji sala 2024’an vir ve tê astengkirin, ji bo saleke din hat taloqkirin. Dîroka nirxandina bê ya Lijneya Îdarî û Çavdêriyê ji bo Gulşen Adet, ji bo 26’ê Tebaxa 2027’an hat diyarkirin.
 
Serbestberdana xwişka wê Nuriye Adet ku ew jî ev 32 sal in li Girtîgeha Sincanê girtî ye her wiha di 19’ê Tebaxê de cara 6’emîn ji bo salekê hatibû paşxistin.